Easter·4/29

Why Did Jesus Have to Die?

God created humans to be spiritually and relationally connected with Him, but how can we keep God's commands? How can we live without shame? We can't restore ourselves to honor. It would seem we're doomed, except God doesn't want His creation to die. He is merciful and loving, and wants us to be restored, living with Him in full life.

질문하기

성경 구절

공유
Isaiah 53:5

But He was pierced for our transgressions, He was crushed for our iniquities; the punishment that brought us peace was upon Him, and by His stripes we are healed.

Berean Standard Bible

Public Domain

더 읽기...
무료 자료

성경을 더 깊이 이해하고 싶으신가요?

성경 공부에 참여하기

대본

Kurmanji Standard
Guneh. Ew astengiya ku dibe sedema cudabûna di navbera mirovan de û me ji Xwedê vediqetîne. Heke mirov ji kirinên xwe berpirsiyar bin û gunehan bikin, çima Xwedê wan xilas dike li şûna ku li benda wan be ku ew bi xwe bersiva kirinên xwe bidin? Xwedê evîn e, jiyanbexş e. Wî mirov afirandin daku ji aliyê ruhî Û têkiliyê ve bi wî re girêdayî bin. Lê mirovahiyê bijart ku li dijî vîna Xwedê tevbigere, guneh kir, û ev jî em ji Xwedê – kaniya jiyanê – dûr xistin. Guneh wekî vîrusekê ji nifşekî derbasî nifşekî din bû, Bi mirovahiyê re belav bû, mirov ji Xwedê û ji hev vediqetandin. Xwedê bi navgîniya pêxemberên xwe peyivî, ferman û derfetên nû da daku qanûna wî bişopînin, lê mirov her tim bi ser neketin. Buhayê guneh û veqetîna me ya ji Xwedê, mirin e. Ji ber ku Xwedê bi temamî dadperwer e, wî nedikarî gunehên mirovahiyê bi hêsanî paşguh bike an bibaxşîne. Xwedê pîroz û rastdar e. Xwezaya Wî ya bê tawîz tê wê wateyê ku divê Ew gunehê darizîne û ceza bike. Nexwe, gelo ne di destê me de ye ku em baxşandina Xwedê bi dest bixin û ji darizandinê dûr bikevin? Pirsgirêk ev e ku mirov nikarin fermanên Xwedê pêk bînin, em nikarin bêyî guneh bijîn, û em nikarin xwe rizgar bikin. Wisa xuya dike ku em mehkûm bûne. Lêbelê Xwedê naxwaze ku afirîdeyên wî bimirin. Ew dilovan û xwedî evîn e, û dixwaze em werin vegerandin, û bi wî re di jiyaneke temam de bijîn. Bi Îbrahîm dest pê kir û bi sedsalan di nav pêxemberên din re berdewam kir: Xwedê gav bi gav plana xwe ya şandina Rizgarker eşkere kir, yê ku dê heqê gunehên mirovahiyê bide. Ew Rizgarker Îsa ye. Ew ji cihê xwe yê bi rûmet ê li ezmanan daket ser erdê, şiklê mirovî girt ser xwe, û jiyaneke bêguneh jiya ku me qet nedikarî bijîya. Piştre Îsa bi dildarî gunehên me girtin ser xwe, û ji bo me cezayê mirinê yekcar û hercar kişand. Lê mirinê nedikarî wî bigire. Îsa ji gorê rabû, bi ser mirin û gunehê de ket, û derfet da me ku têkiliya me ya bi Xwedê re ji nû ve ava bibe. Xwedê ji me hez dike, û ji ber ku mirov nikarin xwe ji nû ve ava bikin, Îsa em ji guneh û mirinê rizgar kirin, daku em werin xilaskirin û bi wî re bijîn. Niha divê em qurbaniya ku Îsa ji bo me daye qebûl bikin, daku em ji azadiya têkiliyeke nûbûyî bi Xwedê re kêfê wergrin.
JesusFilm