Family·20/42

Handiwork

Mariam and her friend Daliyah visit Rivka. But Rivka and her husband fight over his work as a tax collector. Rivka apologizes and asks to walk back with Mariam. Rivka and Sara talk while they clean wool. Sara explains that she is tired from being pregnant and she and her husband Ayoub had hoped to move closer to his family. She's frustrated because she feels stuck waiting, and far from God. Rivka assures her that even Jesus's disciples felt alone sometimes. She mentions the time when the disciples were in a boat with Jesus. A storm came up over the lake and Jesus stayed asleep. The boat was taking on water and the disciples were about to die. So they woke Jesus up and asked if He cared about them. Jesus calmed the storm. But He rebuked them for having little faith. It was okay to be afraid. But they had doubted whether He cared for them. Soldiers knock at the door and have a summons for Moussa. He's to report to Beirut for work. Mariam insists on taking the summons to Moussa in the fields. Sara says this is one more thing to worry about and wonders where God is in all their troubles. Rivka uses the dirty wool to illustrate. Sara sees dirty wool now, but she also sees the beautiful rug she'll make from it. Rivka says God sees us now, but He can also see what we will be. She says Paul, an apostle of Jesus, calls us God's handiwork.

질문하기

성경 구절

공유
John 3:16

For God so loved the world that He gave His one and only Son, that everyone who believes in Him shall not perish but have eternal life.

Berean Standard Bible

Public Domain

더 읽기...
Philippians 1:6

being confident of this, that He who began a good work in you will carry it on to completion until the day of Christ Jesus.

Berean Standard Bible

Public Domain

더 읽기...
무료 자료

성경을 더 깊이 이해하고 싶으신가요?

성경 공부에 참여하기

대본

Kurmanji Standard
Rîvka Destkarî Min weke Romayiyan tu carî ji kesên ku rewşa wan ne baş e zêde bac nesitandiye. Ev sûcdariya te min aciz dike. Harûn, raweste! Dema tu vedixwî carinan tu ji hişê xwe dûr dikevî. Vexwarin? Hişê min? Min hinek şerab bi şîvê re vexwar. Çi şaşî di vê de heye? Ew jin derewan dike Rîvka. Divê tu ji wê bawer nekî. Min hinek şerab bi şîvê re vexwar. Çi şaşî di vê de heye? Ew jin derewan dike Rîvka. Divê tu li wê bawer nekî. Na, Neke. O... Meryem, Daliyah, werin, werin. Werin. Rûnên. Ka bibêje, dayika te çawa ye? Rîvka, ez hêrs bûm û min ne xwest ku... Hûn li vir çi dikin? Ez ne bawer im ku Musa keça xwe ji bo ku ez bacê jê nestînim şandibe. Ew zilam, tirsonek e. Delala min, li min bibore. Ez nizanim bê çi bibêjim. Hevjînê min ne li ser hişê xwe ye îro. Xem nake. Diyariyên dayika min hene bi min re şand. ji bo alîkariya te spasiyek biçûk e. Ez pir kêfxweş bûm. Sipas. De hadê em biçin. Ez dixwazim diya te û xwişka te bibînim, her wiha pêdiviya min bi hewaya paqij heye. Meta Rîvka! Bixêr hatî. Tu çawa yî? Baş im. Diya te îro çawa ye? Gelekî baştir e. Îro ji bo ku li zarokên wê binêre çû alîkariya Amîrayê. Dayikek çawa ye, tu dibînî! Hê ew bi zorê ji nexweşînê xelas bûye lê alîkariya kesên din dike. Ez bawer im ew ê jê re baş be. Erê. Bêje tu çawa yî, delala Sara? Divê tu westîya bî, ji xwedîkirina wê û hemû malê. Ez bi taybetî di van rojên dawî de diwestim. Ez dîsa bi halekî me. O! Lê tu ditirsî ku ev jî ji ber te biçe, ne? Min û Eyub plan dikir em ji Cihûstanê herin. Me digot emê biçin Entaqyayê bajarê malbata wî. Belê. Lê ezê bi vî halî çawa bikaribim biçim? Wisa xuya dike ku em ê hinek din bimînin. Ne pêwîst bû. Ji bo çi? Ji ber ku ez ê vê zarokê jî winda bikim. Xwedê ewqasî bi min dûr tê Meta Rîvka. Ez nema dizanim çawa diayan bikim. Wê gavê hin deman şagirt jî difikirîn ku ew bi xwe ne di bala Xwedê de ne. Bi rastî? Erê. Ew di paporeke masîvaniyê de bûn, Îsa ji Behra Celîleyê derbas dikirin. Îsa di paporê de di xew re çû. Û piştre ji ser avê bahozek xurt rabû. Şagirt ji bo jiyana xwe tirsiyan. Weke ku tu ji bo zaroka xwe ya neçêbûyî ditirsî. Û ew tirsa wan şagirtan ne bêsedem bû. Papor av dikişand û dibû ku ew bifetisiyana. Û wan Îsa hişyar kir. Ji Wî re gotin, "Xwedê! Ma ne xema te ye em bifetisin?" Ew rabû ser xwe. Ew bi ba û pêlan re xeyidî. Û bersiv da gilî û gazinên şagirtan. Lê piştre Ew bi wan re jî xeyidî. Wî ji wan re got, "Ka baweriya we li ku ye?" Ma ew şaş bûn ku ji ber tirsa wê xetereyê gazî Îsa kirin û Wî hişyar kirin? Lê ez wisa nafikirim. Na. Pirsgirêk ew bû ku wan pirsa wê kirin bê ka di xema wî de ne an na. Û ew ji bo alîkariya Wî ji hêza Wî şikbar bûn. Lê bêguman ew di xema Wî de bûn û ji bo alîkariya wan hêza Wî hebû. Weke ku Wî ji bo min û ji bo te kir! Musayê kurê Jonah ê kevirbir li vir e? Na. Ew bavê min e. Bavê te ji bo avakarina Beyrudê hatiye hilbijartin. Divê di nava du hefteyan de xwe bigihîne kelehê. Divê bavê min here Beyrudê! Leşkeran wisa got. Divê ez vê ji bavo re bibim. Were Nuh. Metê, niha jî ev! Ez gelekî xemgîn im delalê. Wan cîranê me Nahum, beriya salekê wisa birin û di qezayekê de mir. Ev demên gelekî dijwar in. Evqas tişt gelekî zêde ne Metê! Xwedê di ku dera vî tiştî de ye? Meta Nûra, kerem bike. Dema ez dihatim, min leşker li devê deriyê we dîtin. Wan çi dixwast in? Fermana peywira bi zordarî hat. Divê bavo biçe Beyrûdê. Beyrûd! Ax! Aloziyek mezin e, lê çi alozî! Û hejarê min Yûşa ne li vir e ku alîkariya we bike. Ez xemgîn im Nûra. Beriya salekê wî min tenê hişt. Niha ew li jorê li cem bav û kalên xwe ye. Bila Romayî sax bin! Te disa baş debar kir Metê. Baş debar kir? Tiştê ku em dikin ev e. Em baş debar dikin. Lê ka Xwedê? Qey Wî dev ji me berdaye? Li vî alî ye Nuh. Hadê were. Di demên wisa de em gelek bi hêsanî dibêjin ku em ne di xema Xwedê de ne. Lê Xwedê li me dinêre. Bi taybetî di demên dijwar de. Xwedê ji me hez dike. Û Ew ji me dixwaze ku em bi hezkirina Wî kêfxweş bibin. Armanca Wî ew e ku em bibin parçeyek malbata Wî. Destpêkê bînin bîra xwe; di baxçe de, Xwedê mirov di sûretê xwe de afirand. Xwedê di nav baxçe de bi Adem û hawa re meşiya, di xweşîya rojê de. Lê piştre serhildana wan ew ji Xwedê dûr xistin. Sûcê wan kir ku em dûr bikevin. Ew di nav şermê de bûn û tirsiyabûn. Lê di wê serhildana wan de jî Xwedê hat ku li wan bigere. Weke Îsa; dema ku Ew hat, li me geriya ku bi me re bijî, ji bo me bimire. Me ji guneh û şermên me dûr bixe. Bi hezkirina Wî û bi cangorîbûna Wî careke din em ji bo malbata Xwedê hatin pêşwazîkirin. Dema ku em li gunehên xwe mikur werin û em bipejirînin ku Îsa ji bo me bûye cangorî careke din em digihêjin Bavê xwe yê Pîroz. Em ê bibin kur û keçên Wî. Tu dibêjî ez ê bikaribim bibim keça Xwedê? Belê. Endamek ji malbata Wî. Ji bo em tev li malbata Xwedê bibin; ma ne divê em mirovên nuwaze bin? Ez dizanim ez ne wekî Îsa me. Ez ne nuwaze me. Belê ez jî. Carinan em wekî nuwaze difikirin lê... Ez jineke pîr im. Ez ji bo vê yekê gelekî pîr im. Bi rastî tu kes ji me ewqasî ne baş e. Weke vê hiriyê? Sara? Tu çi dibînî? Hiriya qirêj bi darikên biçûk û heta bi kevir. Hm... Qirêj e. Lê ya min qirêjtir e. Mîhên min zêdetir xwe dilewitînin li ser rik a min. Ha, ha, ha, oh, Metê, he, he! Ew dizanin ku ez jineke pîr im. Û mêrê min jî tune ye. Ha, ha, ha, ha, ha, ez bawer im ew ne rast e Metê! Lê Sara, Tê çi bikî bi vê hiriyê? Wê ev hirî bibe çi? Ez ê ji bo xwe û Eyub xalîçeyekê çêbikim. Em ê bi xwe re bibin mala xwe ya li Entaqyayê. Gelo wê xweşik bibe? Ax, Erê. Hin boyaxên min hene ji findiq û kêzikan. Her wiha, weke ku tu dibînî ev hirî niha qirêj e. Lê di hişê xwe de tu dibînî bê ew ê bibe tiştek çawa; piştî ku te ew şûşt, şeh kir û hûnand, ew dibe xalîçeyeke xweşik. Erê. Ji bo Xwedê jî wisa ye. Xwedê te weke niha dibîne. Lê Ew te bi wê rewşa te jî dibîne; piştî ku Wî karê xwe yê di jiyana te de xelas kir. Xwedê dizane ku ez lewitî me û mîna vê hirîyê, tevlihev bûme, lê Ew li min difikire û min di bihuştê de dibîne? Erê. Piştî ku te xwe radestî Îsa Mesîh kir, Xwedê di jiyana te de dest bi vî karê nuwaze kir. Ji bo ku vê pêvajoyê bibe serî, Ew bibiryar e. Lewre tu parçeyek malbata Wî yî. Hin caran jiyan weke hiriya hûnandî ye. Kaş dibe, dikişe û dirêjî me dibe. Carinan dike ku qut bibe. Erê Metê. Û em diêşin. Erê. Weke ku divê hirî di nav boyaxê de were kelandin. Pêvajoyek dirêj e, ne wisa? Birayê me Pawlosê Şandî, yê ku niha li Romayê di girtîgehê de ye, di nameyeke xwe de ev gotibû, "Em berhemên Xwedê ne li vê dinyayê, Xwedê me di Îsa Mesîh de afirandiye. Divê em karên baş ên ku Xwedê ji bo me plan kirine pêk bînin." Berhemên Xwedê? Mm... Erê. Li vê xalîçeyê binêre. Kê ev çêkir? Min çêkir. Ma gelek dem girt heta te çêkir? Erê, demek dirêj girt. Te ji çêkirina wê kêf girt? Min gelek kêf jê girt. Niha jî ez bi dîtina wê kêfê digrim. Lê her tiştê xweşik ji bo bibe bêkêmasî demekê distîne. Pêvajo dirêj e û rêwîtîya me ya di jiyanê de dirêj e. Dirêj e. Di navîn ê de jiyan dirêj e lê di dawîyê de kin e; weke dûyek e kêliyek û jiyan bidawî dibe. Hejarê min Yûşa. Ax meta min. Ger tu bawerîya xwe bi Îsa bînî û tu bi xêra wî tev li malbata Xwedê bibî tu dikarî bi Xwedê re biaxivî û her xem û kêfa xwe parve bikî. Hawariyê me Petrûs got ku divê em her xema xwe ji Xwedê re bînin û li ser milên Wî bihêlin. Lewra Ew dixwaze ji bo me wan hilgire. Em vê çawa dikin? Bi axaftina bi Wî re? Erê. Tu dikarî her tiştî jê re bibêjî. Tu dibêjî qey Xwedê gelekî nêzîk e. Gelekan baweriya xwe bi Îsa anîne û ew niha gelek nêzî wan e. Ew dixwaze nêzîkî te jî be. Divê tu ji Wî diayan bikî. Û jê daxwaz bikî ku Ew bihêle tu Wî bibînî. Pêşî ji Wî bipirse. Ez ê bifikirim li ser tiştên te ji min re gotin. Lê niha divê ez vegerim ber wan mîhên xwe yên lewitî qirêjî. Ez ê weke te gotî diayan bikim. Bavo! Keça min Meryem. Leşkerên Romayî ev anîn. Di nav çend rojan de divê ez herim Beyrûdê. Beyrûd? ji bo avakirina Beyrudê kevirbirekî dixwazin. Ew Agrîppa! Xwe wekî qiralê me binav dike lê ew ji pêlîstokeke Romayiyan pêşdetir ne tiştekî din e. Ew Agrîppa! Xwe wekî qiralê me bi nav dike lê ew ji pêlîstokeke Romayiyan pêşdetir ne tiştekî din e. Çi ji me re, bê li Beyrûdê çi diqewime. Divê tu wisa nekî Bavo. Çima divê tu alîkariya wî xayinê Agrippa bikî? Dawud. Dive tu li cem birayê xwe wisa neaxivî. Tu naxwazî ku ew hînî rastiyê bibe? Tu çi dixwazî kurê min? Şûrê Romayiyan bînî ser hemû malbata xwe? Devê xwe bigire! Li Nuh bifikire. Li xwişkên xwe bifikire. Li diya xwe bifikire. Li xwişkên xwe bifikire. Li diya xwe bifikire. Divê tu neçî Bavo. Heta Meryem dizane. Heta Nuh dizane. Teqez ev ne xwesteka Xwedê ye. Bi ya wan jixwedêketiyan neke. Tu dizanî ku ew ê hîn gelek perestgehên Xwedê bilewitînin. Tu alîkariya wan bikî ew ê kengî rawestin? Dawud! Tu dizanî divê ez biçim. Xwedê dizane divê ez biçim. Kurê min. Ger ez neçim tu dizanî bê wê çi bibe. Kesayeta gelekî dişibe we an jî dişibe hezkiriyekî we kîjan e? We di demeke tengasiyê de hîs kiriye ku Xweda ji we dûr e? Çîroka Îsa ya di paporê de li ser tengasiyan çi ji were dibêje? Minaka xalîçeya Sara, di warê têkildariya Xwedê ya di karê me de çi me re dibêje? Mirov keça xwedê be tê çi wateyê?
JesusFilm