Relationships·3/37

Friends and Enemies

A frustrated Sara talks with Rivka about her hatred for the thieves who hurt Ayoub and stole half their flock. Rivka encourages her to forgive them. Mariam admits she hates the Romans. Rivka points out that Jesus said to love our enemies. She says forgiveness isn't a common thing in the world. And that Jesus forgave us, even while He was still on the cross. God sets the example for us. While we were still His enemies, He did the most loving thing He could do: He sent Jesus to die for us so we could be reconciled with Him. Jesus also prays for and forgives everyone around Him as He hangs on the cross: "Father, forgive them. They don't know what they're doing" (Luke 23:34). There are many people in life we won't be friends with. Jesus actually promised us that as His followers, we would definitely have enemies. But like God the Father and like Jesus, we should remember to pray for them. We should forgive them because we know what real forgiveness is, thanks to God. And like everything else, we can't do any of that in our own power. We must be filled with the Spirit.

질문하기

성경 구절

공유
Luke 23:34

Then Jesus said, “Father, forgive them, for they do not know what they are doing.” And they divided up His garments by casting lots.

Berean Standard Bible

Public Domain

더 읽기...
Romans 5:8

But God proves His love for us in this: While we were still sinners, Christ died for us.

Berean Standard Bible

Public Domain

더 읽기...
무료 자료

성경을 더 깊이 이해하고 싶으신가요?

성경 공부에 참여하기

대본

Kurmanji Standard
Rîvka Heval û Neyar Eyub bi fikar e. Yaqûb bi tenê nîvê keriyê pezê me dîtiye, yên din an hatin dizîn an jî belav bûne. Û Eyub jî ditirse ger pereyên me têrî neke ku em malê bar bikin, herin Entaqyayê. Ger em qet nizanibin bê êrîşkar kî ye... Ez nizanim bê ez ê çi bikim. Tiştekî gelek dijwar e, dema hezkirên me êşê dikşînin. Dijwar? Bi rastî ez ji van mirovan hez nakim Sara. Divê tu jibîr nekî ku hêrsa te wê tenê te biêşîne. Bi awayekî divê tu li wan biborî. Ez dizanim. Lê carinan ez naxwazim tiştên ku divê ez bikim pêk bînim. Ax! Ez dizanim. Ev dijwar e. Rîvka! Tu li ku yî? Rîvka. Ez ê îro walî bibînim. Gelo tu kî yî? Ev hevala min a ciwan Sara ye, Harûn. Eh! Hevaleke te ya din. Rîvka. Ku ew rûreşê Maykah were li min bipirse, tu carî derî jê re veneke. Ew mirov derewîn û diz e. Ez wî li vir qet naxwazim. Hemû mirov tenê tiştekî dixwazin; pere. Sara. Harûn. Bi min re pêvçûnê neke Rîvka. Te got li wî zilamî bibore? Axaftina dînî ji bo we jinan baş e, lê ez mêrekî rastdar im û di jiyana rasteqîn de dijîm. Te got li wî zilamî bibore? Axaftina dînî ji bo we jinan baş e, lê ez mêrekî rastdar im û di jiyana rasteqîn de dijîm. Ez dijminê xwe nas dikim! Tiştê ku wî anî serê min jibîr neke! Maykah hew dixwest ku... Divê tu derî jî tu car lê venekî Rîvka. Maykah hew dixwest ku... Divê tu derî jî tu car lê venekî Rîvka. Û li wan hevalên xwe baldar be, li hember wan hişyar be. Bi xatirê te. Harûn! Dibe ku ez dereng vegerim malê delala min. Delala min, bibore. Ez nizanim çi bibêjim. Ez ji hevjînê xwe hez dikim. Ez ji bo wî diayan dikim. Lê carinan ew gelekî dijwar dibe. Tu weke diya min diaxivî. Meta Rîvka. Sara, divê tu niha vegerî malê. Bavo li malê ye. Li male? Ew sê meh in ji malê dûr bû. Qezayek çêbûye; çavên wî. Çavên wî? Ax Metê, tu dikarî bi me re weri? Ne baş e. Erê, baş e. Ax Metê, tu dikarî bi me re weri? Ne baş e. Ax Metê, tu dikarî bi me re weri? Ne baş e. Sipas. Ax. Ax! Dilê min! Tu li vir î an ez xewnê dibînim? Erê. Ez li vir im. Ev ne xewn e. Cano wan çi kirine ji te? Qezayek çêbû Leyla. Parçeyek kevir pekiya û çavên min jêkirin. Mûsa, çavên te? Tiştek bû sedema ya din, ew kul bûn û heger ne ji alikariya wî camêrê di hewşê de bûya... Wî ez anim malê. Em, divê em sipasiya wî bikin. Xwezî ez baş bûma û min jê re xwarin çêkiriba. Na. Keçên me bi wî re têkildar in. Meryem çûye Sarayê bîne? Bavo! Sara! Bavo? Ax, neke, ranebe ser lingan. Pir baş e ku tu li malê yî Bavo. Kerem bike rûnê. Belê. Ew ê di hewşê de kî ye? Ew Titus e. Û divê hûn xwarinekê bidin wî. Wî ez anîm malê. Lê Bavo. Ew leşkerekî Romayî ye. Erê. Ez dizanim kî ye. Lê heger ne ji wî bûya, ez ê hîn jî li Beyrûdê di rewşeke ji niha xerabtir de bûma. Ez deyndarê wî leşkerê Romayî me. Tu dixwazî ku em xwarinê li malê bidinê? Erê, di malê de. Belê Bavo. Lê Bavo, divê hinek li çavên te binêrin. Meta Rîvka li vir e. Ew dikare li te binêre. Ew jinik! Bi tu awayî nabe. Ez bimirim çêtir e! Ax Mûsa. Heger ew nebûya ez ê mirî bûma. Û tu bi vê dizanî. Dayê ew li vir e. Tu mirovekî serhişk î! Tu yê leşkerekî Romayî li mala xwe têr bikî lê tu xêrhatinê li jinikeke weke Rivka baş nakî? Hevjînê wê her kî be bila be, di nav hevalên min de jina herî baş ew e. Bavo, em pir bikêf in ku tu li malê yî. Niha ka em li te binêrin. Bihêle ku Meta Rîvka alîkariya te bike. Ez nahêlim ev jinik dest bi min bide! Ne pêwîste ku destê xwe bide te Bavo. Hew bihêle ku li çavên te binêre. Meta Rîvka. Li min bibore. Xema neke delalê. Ez fêm dikim. ji kerema xwe neçe. Wî got tu dikarî li wî binêrî. Hew, destê xwe nede wî. Ez dikarim paçikan rakim, çi pêwîst be ez ê bikim. Baş e. Em dikarin biceribînin. Gelo ev bi êş e bavo? Na. Na, naêşe. Ez dibêjim pêdiviya min bi paçikan tune ye li malê. Elem girtiye Bavo. Ez ê paçikên nû deynim ser. Dikarî? Dikarî tiştekî bibînî? Na. Ne niha. Bavo divê tu rawestî. Tu ji dûr hatiyî. Erê. Erê. Dawud li ku ye? Ji kerema xwe re Bavo. Romayî divê li vir be. Çima? Pirsgirêk çi ye? Piştî ku ew çû em ê ji te re bibêjin Bavo. Nexwe ez ê pirsa Hanok bikim, kurê xizmê min bavê Hanok, Conah. Di rêya vegerê de piranî tiştê ku ez le difikirîm li ser zewaca te bû Meryem. Bavo. Yê ku ez pêre têkîldar im ne Hanok e. Aha! Min pê dizanî. Nexwe, ciwanekî din heye. Leyla? Tu vî xortî erê dikî? Erê Mûsayê hêja. Lê delalo, Mûsa, ne eşkere ye ku ew ciwan têkîldar e an na. Dema tu ne li vir bû wî hevaltî û gelek alîkarî bi me re kir. Kî ye ew? Yaqûb? Erê. Yaqûb. Baş e. Dibe ku yekî hîn xerabtir bûya. Divê tu rawestî. Here. Sipas dikim. Gelo wê dîsa bibîne Metê, tu çi dibêjî? Ez bi vê nizanim. Diviyabû ev elem ewqasî nemaya. Ez şaş dimînim ku bavê min, leşkerekî Romayî aniye mala me. Ez ji Romayiyan qet hez nakim. Tu dibêjî Îsa ji Romayiyan hez nake Meryem? Tê bîra te ku Îsa çi gotibû? Wî got divê em ji neyarên xwe hez bikin. Tiştê me ji yên din cuda dike ev e. Di jiyanê de lêborîn ji mirovan re gelekî dijwar e. Û ew qenciyê, bi tenê li wan kesên ku ji xwe re qenc in dikin. Lê dema em neyarê Wî bûn jî Xwedê ji me hez dikir. Û Ew ji me jî vê dixwaze. Ji kesên ku nebaşî li me kirine jî em hez bikin. Dema ez Îsa li ser xaçê difikirim... Wî li wan kesên ku wî danîn ser xaçê jî borand. Û Wî li min û te jî borandiye. Lê binêre wî ji bo me ewqas tişt kirine, ma ne divê em li yên em dilteng kirine an êşandinê biborin? Wekî hestê dema te alîkariya Bavo kir? Ax. Tu ji neyarê xwe hez dikî? Bavê te ne neyarê min e delalê. Bitenê ew difikire ku wisa ye. Vê melhemê, berî ku tu paçikan deynî ser bi çavên wî ve bide. Erê. Ne hêsan e ku mirov ji neyarê xwe hez bike. Tu kesî qet negotiye ew ê hêsan be. Divê tu ji bo wî diayan bikî. Ji bo wî, dia? Divê tu ji bo wî diayan bikî. Ji bo wî, dia? Ah! Yaqûb. Kerem bike. Baş e. Berîya ku bi rêya xwe de biçe em ê şîvê bidinê. Ew ê li vir kî ye? Ew ê li ber derî? Ew, Yaqûb e Bavo. Yaqûb. Ew xortekî wekî navê xwe ye. Wî bîne hundir. Bavê te li malê ye? Erê, lêbelê ew nabîne. Çavên wî derb xwarine û elem girtine, ew kor bûye. Lê ne mayinde ye. Ez bi vê rewşê gelekî xemgîn bûm. Were bavo ez alîkariya te bikim. Tu çima li vir î Yaqûb? Im... Ez... Ez... Min ji bo heywanan alîkarî dikir Apo û... Zimanê te hat girêdan? Erê, tiştên wisa dibin. Dibin Apo? Û bavê te? Ew çawa ye? Pir baş e. Sipas. Tu çawa yî? Ez baştir jî bibûm. Erê. Ez xemgîn im. Divê ez biçim Apo. Baş e. Baş e. Ger tiştekî din ê ku tu bibêjî tune be, tu dikarî bi rêya xwe de biçî. Nexwe bi xatirê te. Û ez tu pirsgirêkan ji alîye te ve naxwazim. Te fêm kir? Divê her tişt rast were kirin. Spas dikim. Bi xatirê te. Meryem. Meryem. Birayê te doh êvarî hat ku min bibîne. Ji min xwest ku binêrim bê hûn çawan in. Tiştekî ku hûn jê re bibêjin heye? Behsa leşker ji wî re neke. Lê bibêje bavê min li malê ye. Tu dixwazî ez jê re bibêjim bila vegere? Na. Dema ewle bû ew ê were. Sipas Yaqûb. Li min bibore... Im, min got... Bavo û... Xem nake. Şîv amade ye. Gelo dibe ku em pêşî leşker têr bikin? Û piştî ku wî xwar, yên din em jî dikarin bixwin? Sipas dikim. Mirov çima ji hev hez nakin? Ji mirovên ku hûn ji wan hez dikin, çima hez dikin? Rîvka li hember retkirina Mûsa çawa bertek da? Gotinên Îsa yên di derheqê hezkirinê de çi ji we re dibêjin? Hûn çawa dikarin van gotinan di jiyana xwe de pêk bînin?
JesusFilm