Relationships·26/37

Troubled Times

Mariam is concerned because people are saying the attack may have been because they follow Jesus. Everyone must choose, like the rich young ruler. The rich young ruler asked Jesus what he had to do to get eternal life. Jesus told him to sell everything and follow Him. Noura says she's heard what the town is saying but declares that she will stand with the family. Mariam says she will continue to choose to follow Jesus, no matter what. Rivka and Noura talk in the courtyard. Noura says she's been thinking about Jesus and finds herself believing that Jesus is the Messiah. Rivka asks if she's ready to give her life to Jesus and follow Him.

질문하기

성경 구절

공유
Psalm 46:1-2

For the choirmaster. Of the sons of Korah. According to Alamoth. A song. God is our refuge and strength, an ever-present help in times of trouble. Therefore we will not fear, though the earth is transformed and the mountains are toppled into the depths of the seas,

Berean Standard Bible

Public Domain

더 읽기...
Matthew 7:24-25

Therefore everyone who hears these words of Mine and acts on them is like a wise man who built his house on the rock. The rain fell, the torrents raged, and the winds blew and beat against that house; yet it did not fall, because its foundation was on the rock.

Berean Standard Bible

Public Domain

더 읽기...
무료 자료

성경을 더 깊이 이해하고 싶으신가요?

성경 공부에 참여하기

대본

Kurmanji Standard
Rîvka Demên Dijwar Sara! Çi qewimî? Diz hatin! Çi qewimî? Diz hatin! Wan mîh dizîn. Wan têr li wî xistin. Eyub! Eyub! Ax! Ax! Ew bi hinek pezên te reviyan lê gelek ji wan belav bûn. Werin. Wî bînin hindur. Hêdî, hêdî. Em dikarin wî deynin wir. Hindik mabû min li wan bixistana. Li wir nesekine, here ji kanîyê avê bîne. Here! Sara! Dawud li ku bû? Ew ne li wir bû. Çi? Tu ji bo pezê wî, ji nav nivînê germ radibî, ew ne li wir bû. Çi? Tu ji bo pezê wî, ji nav nivînê germ radibî, diçî li ser wan erdan radizê û ew te tenê dihêle? Sara. Sipas dikim, Yaqûb. Min tiştekî nekiriye li cem ên Eyub ev ne tiştek e. Ez ê hewl bidim ku mîhên mayî bidim hevdu. Min Daliyah li ser bîrê dît. Got ji xwe her kesên li bajêr pê hesiyane. Huş be! Milê wî gelekî êşiya ye. Daliyah got ew dibêjin tiştê ku hat serê me ji ber şopandina Mesîh e. Ew dibêjin me rêya bav û kalê xwe terikandiye. Dibe ku ji ber baweriya min êrîş kiribin. Ax! Şşş. Raweste Eyub. Ev, ev, ev pêkan e, ne? Lê berteka hemû bajarî? Îsa jî wisa hate êşandin. Zanibû wê bihata kuştin, dîsa jî guhdariya li Xwedê hilbijart. Raweste delalê min! Gotibû tiştê hat serê min li bendê bin wê were serê we jî. Min fêm kir. Divê tu rawestî. Ev beşek ji şopandina Wî ye. Bêdeng be Eyub raweste. Rêyek an jî yeke din... Ax! Em, em ê qet nizanibin kengî divê em hilbijêrin, weke... weke ew rêvebirê ciwan. Aram be. Ez fêm dikim bê tu dixwazî çi bibêjî. Çi bibe jî divê em şopandina Îsa hilbijêrin. Revebirê ciwan ê dewlemend ji bo bigihêje jiyana bêdawî ji Îsa re gotibû: "Min hemû emrên Xwedê bi cih aniye, ji biçûkatiya xwe ve." Îsa jî got, "Tenê tiştek maye ku tu bikî. Her tiştên xwe bifroşe û pereyên xwe bide belengazan; bi vî awayî tu yê dewlemendiya li bihuştê bidest bixî. Û were min bişopîne." Ew ciwan neçar ma ku vê yekê hilbijêre. Ji dêvla ku dev ji dewlemendiya xwe berde, wî dev ji Îsa berda. Qey Ew dikare ji me bixwaze ku em dev ji rûmeta xwe, ewlehiya xwe berdin? Dikare. Wî zor li me nekiriye ku em bişopînin. Raweste delalê min. Wî zor li me nekiriye ku em bişopînin. Raweste delalê min. Bîne bîra xwe. Îsa (Hirîn) Îsa got, heger hûn nekin, guh nedin gotinên Wî, me hişyar kir, eger guh nedin wan em ê bibin weke xaniyekî li ser heriyê hatiye avakirin. Dema lehî radibe ew xanî li ber diçe. Lê xaniyê li ser latekî tê ava kirin. Yê li ser latekî hatiye avakirin, jiyanek li ser Îsa Mesîh e. Dibe ku baran bibare, ba û bahoz rabe û xanî biheje. Lê ew xanî qet hilnaweşe. Raweste, cano, rawest e. Eyub? Çi qewimî dîsa? Te ew tenê hiştiye û lê dane. Çawa? Ew hê dijî, mala te ne ava. Heger ku Yaqûb kurê Abram ne li wir bûya... Brako tu li wir bûya jî tiştek nediguherî. Êrîşker gelek bûn. Bibore Eyub. Divê ez li wir bi te re bimama. Tu li ku bûyî? Hevdîteneke min a girîng hebû. Ma berî berbangê? Ez hatim ku ji te re bibêjim. Min bihîst bê ew çi dibêjin, lê ne xema min e. Sipas dikim. Sipas. Hûn cîranên min in û hevalên min in û ez ê li cem we bisekinim. Ez ê Îsa Mesîh bişopînim, bajarî çi dibêjin bila bibêjin. Heta mezinên te jî li dij derkevin? Ez ê ji mezinên xwe re rêzgir bim. Lê divê ji bo jiyana xwe bersivê bidim Xwedê. Erê ez bawer im divê em hemû Meryem... Min niha ji Eyub bihîst. Meta Rîvka, baş e ku tu hatî. Sipas ji bo hatina te. Meta Rîvka, baş e ku tu hatî. Sipas ji bo hatina te. Tu çawayî Eyub, ku şikestiye? Ez baş im. Na, ez dibêjim milê wî şikestiye. Belê. Ku em zû tevbigerin, berî ku biwerime em dikarin hestî bixin cih. Meryem hinek paçên paqij pêwist e, ji kerema xwe tu dikarî wan bînî? Yûşayê min dikarî şikestinan bipêçe ez bibim alîkar. Alikariya kesekî bihêz pêwist e. Yûşayê min dikarî şikestinan bipêçe; ez bibim alîkar. Alikariya kesekî bihêz pêwist e. Dawud? Niha, bi tenê tu wî milî wisa bigire. Vir gez bike. Sipas dikim delalê. Ew xortekî baş e, Eyub baş e. Erê. Erê ew baş e. Ez hêvîdar im wê milê wî baş bibe. Tu di vî karî de jêhatî yî Rîvka. Erê. Erê ew baş e. Ez hêvîdar im wê milê wî baş bibe. Tu di vî karî de jêhatî yî Rîvka. Ez, kêfxweş im ku rewşa wî nebaştir nebû. Hûn dixwazin beriya vegerin malê hinekî rûnên? Erê delalê. Wê gelekî baş be. Hin caran divê em bi ser êşê de herin. Ji bo ku em dilşikestî nemînin. Hingê em dikarin bi giştî baş bibin. Ez dibêjim, xuya ye tu bêhtir li ber dikevî, ji Eyub bêhtir. Ji wê rojê ve ez li ser difikirîm, Îsayê Nasirayî... û ew çîroka ku te ji me re gotibû. Ji wê rojê ve ez li ser difikirîm, Îsayê Nasirayî... û ew çîroka ku te ji me re gotibû. Erê? Gotinên wî pir bihêz in. Ez di seranserê rojê de li Wî difikirim. Û dilê min germ dibe. Ez bi xwe bawer dikim ku ew Pîroz e û ji aliyê Xwedê ve hatiye şandin. O, Nûra, ev gelekî baş e. Ji bo şopandina Wî tu amade yî û jiyana xwe radestî Wî bikî? Jiyana min ne ewqasî hêja ye. Hindik maye bidawî bibe. Lê hemû tiştên ku min hiştine, ger Ew bipejirîne, ez ê bi kêfxweşî bidim Wî. Bêguman Ew ê bipejirîne. Îsa carekê çîrokek got, li ser dewlemendek xwediyê rezekî. Zilam serê sibehê derket derve û bi karkeran re rûnişt û li hev kirin ku ji bo her yekî zîvekî bide wan. Ew mafê rojekê bû. Lê li dor nîvro bi çend karkerên din re jî li hev kirin. Piştre berî roj here ava, wî çend karkerên din jî anî ji bo karê rezê xwe. Paşê dem hat ku heqê karkeran bide. Xwediyê rez heqê rojeke tam da hemû karkeran. Karkerên ku ji sibeh de xebitî bûn dilteng bûn. Ev karkerên herî dawiyê hatibûn bi tenê saetekê xebitîbûn. Wan got, "Em di tevahîya rojê de di bin germa tavê de xebitîn. Lê bi qasî pereyê ku te da me, te da wan karkeran jî!" Rezvan jî ev got, "Min we nexapandiye. Her tişt li aliyekî, ji bo rojekê me li ser zîvekê li hev kiribû. Ma ez ne azad im bê çi bikim ji pereyên xwe? Gelo dibe ku hûn çavnebariya camêriya min dikin?" Îsa çîroka xwe wiha bidawî kir, "Ên ku li paş bûn, wê bibin ên li pêş; ên ku li pêş bûn wê bibin ên li paş." Dibe ku ji bo xebata di rezê Xwedê de tenê "çend seatên" te hebin. Dibe ku ev ji bo te rojên herî baş bin. Îsa sozê dide me ku Ew ê şagirtên xwe û me qet bi tenê nehêle. Ew bi me re ye û li vir e! Dema ku me ev beden li paş xwe hiştin, Ew ê li ber destê Xwedê pêşwaziya me bike. Li wir wê kêf û bextewariya mezin hebe! Ax! Ez dizanim ku ev wê di nav malbata min de ji min re bibe pirsgirêk. Lê ev êş hêjayê başbûnê ye? Helbet hêja ye. Tê bi min re dia bikî Rîvka? Erê. Hûn li dijî mirovên ku wekî we nafikirin an jî we erê nakin çawa tevdigerin? Li hemberî mirovên weke me nafikirin em çawa dikarin rêzdar bin? Meryem ji çîroka rêvebirê ciwan ê dewlemend çi hîn bû? Çîroka xaniyên li ser latekî û li ser heriyê hatiye avakirin, ji bo we tê çi wateyê? Ger hûn di çîroka xwediyê rez de bûna hûn ê bibûna kîjan karker û çima?
JesusFilm