Do You Ever Wonder...?·3/8

Can the Bible Be Trusted?

Have you ever wondered why followers of Jesus believe the Bible is the same today as when it was originally written? Archaeological evidence validates that today’s Bible consists of the same Scriptures originally written thousands of years ago.

질문하기

성경 구절

공유
2 Timothy 3:16

All Scripture is God-breathed and is useful for instruction, for conviction, for correction, and for training in righteousness,

Berean Standard Bible

Public Domain

더 읽기...
무료 자료

성경을 더 깊이 이해하고 싶으신가요?

성경 공부에 참여하기

대본

Kurmanji Standard
Ma we qet meraq kiriye çima şopdarên Îsa bawer dikin ku Incîl îro jî wekî xwe ye, wek gava ku di eslê xwe de hatibû nivîsandin? Incîl pirtûka Xwedê ya Pîroz e, ku di dema 1500 salan de hatiye nivîsandin. Di rastiyê de ew pirtûkxaneyek ji pirtûkan e ku me derbarê Xwedê de hîn dike û pîvanên wî yên exlaqî ji bo hemû mirovan nîşan dide; tê de Zebûr, Tewrat, Încel, û nameyên ji bo şopdarên Îsa hene. Ew behsa para me ya çîrokê dike wekî afirîna Xwedê. Hinek kes difikirin ku Incîl di nava salan de hatiye guhartin, bi taybetî ji ber pirbûna wergerên ku îro hene. Incîl di eslê xwe de bi sê zimanan hatibû nivîsandin û ji wê demê ve hatiye wergerandin gelek caran, da ku her kes karibe Peyva Xwedê bi zimanê xwe bixwîne. Heta di hinek zimanan de çend wergerên cuda hene, lê peyama wan hemûyan yek e. Her kopiyeke Incîl wergera metnên eslî ye û mirov dikare wan bi metnên eslî re bide ber hev. Gelek belgeyên arkeolojîk wergerên îroyîn piştrast dikin. Wek mînak, 981 destnivîsên kevnar ên Incîlê ku di navbera sedsala 3'an a Berî Zayînê û sedsala 1'an a Piştî Zayînê de hatine amadekirin, li nêzî Deryaya Mirî di nîvê sedsala 20'an de hatin dîtin. Yek ji van destnivîsan Tûmara Mezin a Îşaya ye. Hemû 66 beşên pirtûka Îşaya tê de hene, pirtûkek ku li ser jiyan û mirina Îsa Mesîh pêxemberîtî kiribû. Pirtûka Mezin a Îşaya tam wekî pirtûka Îşaya ya di Incîl a îroyîn de ye. Ew beşa Incîl a ku behsa Îsa dike hatiye nivîsandin ji aliyê şagirtên wî ve yên ku di sedsala 1'an de di dema jiyana wî de jiyane. Wan nivîsên xwe şandin gelek herêman ku li wir şagirtên din rastiya tiştên hatine nivîsandin piştrast kirin, ew kopî kirin û ji şopdarên Îsa zêdetir re şandin. Zêdetirî 25.000 nusxeyên destnivîsên kevnar ên Incîl yên ku behsa Îsa dikin hatine dîtin. Ew hemû li hev dikin û wekî Incîl a îroyîn in. Heta Incîl a temam, ku bi Yewnanî hatiye nivîsandin, li Pirtûkxaneya Brîtanyayê tê nîşandan. Ev Incîl, Koda Sînayê, ya dora sala 350'yî Piştî Zayînê ye, û tam wekî Incîla îroyîn e. Di nav hemû metnên kevnar de, ya ku herî zêde nusxeyên wê hatine dîtin Incîl e. Bi tevahî, delîl îspat dikin ku Incîl a îro ji heman nivîsarên pîroz pêk tê yên ku di eslê xwe de bi hezaran sal berê hatine nivîsandin.
JesusFilm