Do You Ever Wonder...?·4/8

Can We Know God?

Have you ever wondered who God is? This short film explores how God can simultaneously be the majestic creator of the universe who also wants to have a personal relationship with every single person on earth.

질문하기

성경 구절

공유
John 17:3

Now this is eternal life, that they may know You, the only true God, and Jesus Christ, whom You have sent.

Berean Standard Bible

Public Domain

더 읽기...
무료 자료

성경을 더 깊이 이해하고 싶으신가요?

성경 공부에 참여하기

대본

Kurmanji Standard
Ma te qet ji xwe pirs kiriye... Xwedê kî ye? Gelo mirov dikare wî nas bike? Ew mîna çi ye? Nivîsarên Pîroz dibêjin: “Xudan Xwedayê me, Xudan yek e.” Ew yê herî bi şiyan e. Destpêka wî tune, dawiya wî tune û hewcedariya wî bi tu tiştî tune. Ew herheyî ye, li derveyî sînorên demê dijî. Bêsînor e. Wekî afirînerê her tiştî, Ew dikare çi bixwaze bike... ...û di evîna xwe ya bêsînor de, Wî bijart ku me biafirîne da ku em bi wî re di nav têkiliyê de bin û wî nas bikin. Di Nivîsarên Pîroz de ev eşkere ye: Ew di her rêya xwe de neguherbar, pak û birûmet e. Dîsa jî, Ew dixwaze me wekî zarokan di nav malbata xwe de qebûl bike. Ew dixwaze bibe Bavê me yê ezmanî. Lê ew di heman demê de Padîşahê her tiştî ye, yê xuya û nexuya. Û ew nikare serhildana me paşguh bike. Loma gava mirov li dijî fermanên wî derdikevin, Hêrsa wî li hemberî kirinên me hiltê. Wekî Dadgerê bêkêmasî, ew piştgirî dide rastî û dadiyê. Tevî ku ev bibe sedema wêrankirinê jî. Cîhan hêsîrê serhildana li dijî Xwedê ye. Û Ew li ser serhildana me şînê digire Lê Xwedê jî her bi hêz e! Ew qas bi hêz e ku dikare yê nepak xilas bike û bi hezkirin û dadiyê veguherîne! Ew dikare me nêzîkî xwe bike! Bi bîhnfirehî û comardiyê, Ew xwedî li zarokên xwe derdikeve, rê nîşanî wan dide û cesaretê dide wan. Kerema wî zêde ye û gava ew sozan dide, Ew di parastina wan de dilsoz e Ew her dem amade ye, ji tiştê ku em dikarin xeyal bikin mezintir e... lê di heman demê de nêzîk e. Xwedayekî şexsî Padîşahê her tiştî, Lê di heman demê de jî … Bav e. Ew di her warî de bêkêmasî ye, di hezkirina xwe ya ji bo me de jî. Ew me ne tenê wekî koleyên serhildanê dibîne, lê wekî zarokên ku wî afirandine û plan dike ku wan azad bike. Ew me vedixwîne ku em wî nas bikin û bi wî re di nav têkiliyê de bijîn; bi hêza wî, bi şahiya wî û bi aştiya wî.
JesusFilm