단편 영화
Did Jesus Come Back From the Dead?
3분FHD
Do You Ever Wonder...?·7/88개 중 7번째 클립
Did Jesus Come Back From the Dead?
Jesus told people that he would die and then come back to life. This short film explains the details surrounding Jesus' death and resurrection.
질문관련 질문
질문하기성경 구절
공유John 11:25
Jesus said to her, “I am the resurrection and the life. Whoever believes in Me will live, even though he dies.
Berean Standard Bible
Public Domain
더 읽기...대본
Kurmanji Standard
Ma te qet ji xwe pirs kiriye gelo Îsa Mesîh bi rastî mir û ji nav miriyan rabû?
Em çawa dikarin bi teqezî zanibin?
Îsa sê salan hîndekarî dabû...
gava wî şopdarên xwe yên herî nêzîk hişyar kiribûn ku Ew ê bimire,
û soz dabû ku Ew ê bi ser mirinê de bikeve û dîsa bijî.
Lê wan fêm nekir ka wî çi digot.
Yek ji wan şopdaran, Cihûda, xiyanet li wî kir.
Piştre, rêberên olî bi derewan Îsa bi sûcan tawanbar kirin.
Xelkê bawerî bi derewan anîn û mirina wî xwestin.
Şopdarên wî reviyan û xwe veşartin.
Cihûda, di bin barê sûcdariyê de ma û xwe kuşt.
Lê ev plana Xwedê bû—
her tiştê ku qewimî ji hêla pêxemberên Wî ve hatibû gotin.
Îsa tevî du sûcdaran bi awayekî ku wê demê belav bû hat kuştin —
bi dardekirina li ser xaçê.
Leşkerên Romayî piştrast bûn ku ew miriye,
paşê cesedê wî birin mezelê û Parêzvanên Romayî li ber danîn ku nobedê bigirin.
Di roja sêyem de,
gava jinên ku li pey Îsa diçûn,
çûn da ku cesedê wî bi awayekî guncav amade bikin...
Melaîketan kevir vegerandin û tirs xistin dilê Parêzvanan.
Gava jin gihîştin wê derê,
wan dît ku mezel vala ye û melaîketekî ji wan re got,
“Hûn çima li yê sax di nav miriyan de digerin?
Ew ne li vir e; Ew rabû!”
Ew reviyan da ku ji şagirtan re bibêjin, lê şagirtan bawerî bi wan neanî…
…heta ku Îsa di nava wan de sekinî û got,
“Aştî bi we re be.”
wî gelek caran bi wan re hevdîtin kir. Di nav 40 rojên din de
Berî ku ew hilkişe ezmanan, Îsa ji zêdetirî pêncsed kesî re xuya bû.
Şopdarên wî yên herî nêzîk, ên ku bi tirs reviyabûn,
niha fêm kirin û bawer kirin.
Wan tiştên ku dîtibûn ji kesên din re gotin û ji ber hîndekariya xwe hatin kuştin.
Lê nûçeya mirin û rabûna Îsa li hemû cîhanê belav bû.
Bi saya van şahidan,
em dikarin bawer bin ku mirin û rabûna wî rast in.
Îsa mir da ku cezayê gunehên me bide...
lê hêza Îsa li ser mirinê heye û Ew dîsa rabû!
Ew li ezmanan hîn sax e
û dê rojekê vegere da ku dadgeriyê li ser zindî û miriyan bike.
Tu yê çawa bersivê bidî mirin û rabûna Îsa?