Rîvka.
Nanê Rojane.
Bavo sibê diçe.
Ez dizanim.
Sipas dikim.
De werin.
Ho!
Bisekinin.
Ax!
De werin.
Meryem li ku ye?
Wa ye ew tê.
Tu hatî Meryem?
Îro pez çawa ye?
Dawud got hemû baş in.
Baş e, baş e.
Meryem.
Dema ku ez ne li vir bim,
berpirsê diya xwe û xwişka xwe tu yî.
Ez dizanim Bavo.
Çi pêwîst be ez ê bikim.
Tu êdî mezin dibî.
Em nikarin heta hetayê te li vir bihêlin, tu dizanî.
Tu leza min tune ye ku ez herim Bavo.
Erê.
Kurxaletê min,
Conah,
doh hat bi min re axivî.
Li ser çi bavo?
Li ser te û kurê xwe Hanok.
Pêşniyara zewacê kir.
Zewacek!
Te jê re çi got?
Ew xwedî
malbateke baş in.
Kurê wî Hanok xortekî baş û xwezan e.
Ez çawa dikarim pêre bizewicim?
Tu çi dibêjî keça min?
Ew, ew ne weke me ye Bavo.
Em weke hev nafikirin.
Weke hev nafikirin!
Gelo tu ji min çi vedişêrî?
Hanok xerabî li te kiriye?
Na, helbet na bavo. Ev ne tiştekî wisa ye.
Nexwe sibê berî ku ez bi rê kevim em ê vê yekê çareser bikin.
Dayê, ez nikarim bi Hanok re bizewicim. Ew ê ne rast be.
Ew ê ne rast be?
Ev tişt ji mêjû ve rast in.
Kurxaletê min Jonah ji malbateke baş e hanok jî kurekî hêja ye
keça min a xweşik Meryem.
A ne rast çi ye?
Lêbelê...
Hanok ne şopînerê
Îsa ye bavo.
Tu henekên xwe bi min dikî!
Ez jî ne şopînerê Wî Nasirayî me! Ma tu yê bavê xwe jî ret bikî.
Ev çi fikir in ku te û hevalên xwe serê vê keçikê we dagirtiye?
Meryem, here xwişka xwe bibîne.
Keça te
ji ber ku Hanok
ne şopînerê Îsa ye, naxwaze pêre bizewice!
Musa, ez dizanim tu tiştê herî baş ji bo Meryemê dixwazî.
Gelo tu dikarî di vê mijarê de bijarteyekê bidî wê?
Bijarte?
Hanok bijarteyekî baş e.
Hanok ciwanekî rêzdar e û bavê wî xizmê min e, kurxaltiyê min e.
Wî xwe nêzî min kir.
Keça me ji bo kurê xwe dixwaze.
Nexwe ji te re lihevhatina bi Conah re ji devla hinekên din hêsantir e?
Erê, hêsantir e.
Hima di jiyana min de tiştek jî hêsan bûya, ma nedibû delala min?
Ji te re hêsan e Musa,
lê ji bo Meryem!
Wê ev heta dawiya jiyana wê bidome.
Ma jiyaneke bitenê wê çêtir be?
Erê, tu sibê diçî.
Ew hîn ciwan e.
Vê mijarê bihêle heta tu vegerî.
Tu dizanî dibe ku ez venegerim.
Li Nahum bifikire.
Tiştên wisa nebêje.
Sermiyan ez im.
Mezinê malbatê me.
Divê ez li van tiştan bifikirim.
Wê Eyub li vir be û Dawud jî.
Dawud,
dibe ku sibê werin wî bigrin.
Ez ê li vir bim ji bo ku li wî xwedî derkevim.
Qey te...
Qey te ji bîr kir
bê rewşa te çiqasî ne baş e!
Ez nikarim ji bîr bikim.
Divê em ji Xwedê bawer bikin. Ew ê nîşanî me bide.
Weke ku heta niha kir?
Weke ku Ew her car dike.
Ev e.
Wi çawa çareser kiriye.
Û ez ê ne li vir bim.
Li Meryemê bifikire Musa û li hestên wê jî bifikire.
Vê mijarê ji bo niha bihêle.
Wê Xwedê nîşanî me bide.
Ez ê ji mixaletiyê xwe Conah re çi bibêjim?
Tê bersivekê bibînî.
Dayê wî çi got?
Xeman nexwe.
Bi rastî ez ne bawer im berî ku ew here ew tiştinan bike.
Naxwazim ez û mêrê xwe bibin wek gayan.
Ji ber çi tu vê dibêjî?
Vê sibehê
min dît ku Yaqûb bi gayê xwe re şer dike.
Ga bi hev ve girêdayîbûn lê nedixwestin bi heman aliyî de biçin.
Û nikaribûn bimeşiyana.
Ma tu û Hanok jî hûn ê wisa bibin?
Ma nabe?
Ger ez Îsa bişopînim û ew neşopîne?
Te baş got Meryem.
Belê. Xwişka te çawa ye?
Westiyayî
û nexweş e;
lê hêvîdar e.
Ah!
Baş e. Li gorî ew xwe nexweş hîs dike nexwe zaroka wê dijî.
Ez ê bêriya bavê xwe bikim.
Erê.
Bavê min mirovekî baş e.
Lêbelê ew Îsa naşopîne.
Her tişt di dema xwe de xweş e delalê.
Carinan ez gêj dibim.
Ez bi retkirina Hanok, bavê xwe dixim tengasiyê.
Hêvîdar im ku ez rast im.
Lê ger ez şaş bim!
Ger ez ne mafdar bim!
Ez ê çawa bizanibim ku rêya Îsa ya rast e?
Ez ê çawa bizanibim ku gotinên Wî rast in?
Ji ber ku hatina Îsa Mesîh,
berî bi hezaran salan hatiye gotin.
Piştî ku Xwedê dinya afirand, Adem û Hewa li dijî Wî guneh kirin.
Xwedê ji Hawayê re got, "Ew ê ji nifşa te kesek serê mar biperçiqîne.
Û wê rojekê mirovek ji nifşa wê,
wê hêza gunehan û Îblîs bidawî bike."
Xwedê berî Îsa jî bi sedan salan ji ser pêxemberan bi mirovan re axivî.
Pêxember Yeşaya,
ragihand ku Mesîhê me wê ji jineke azib jidayik bibe.
Pêxember Mîka pêşbîniya vê kir:
Ew ê li Bethlehemê ji dayik bibe.
Bethlehem tê wateya "Mala Nan"
Îsa hêvîya me
û xwarina me ye.
Pêxember Yeşaya dîsa ragihand ku
dema ku Mesîh were wê bê şermezarkirin û retkirin; piştre ew ê lêbidin û Ew ê ji bo me bimre.
Lê Wî li ber xwe da.
Divê ew jan a me bûya
û ew jan me bikşanda.
Ji ber gunehên me ew birîndar bibû.
Ji ber şaşiyên me li Wî xistibûn.
Lêbelê,
cezayê ku ew pê êşîya em derman kirin.
Derbên ku Wî dixwar me li hev dianî.
Îsa Mesîh şerma me hilgirt ser xwe.
Û dema ku Ew ji gorê rabû Wî hêza Îblîs û mirinê şikand;
weke ku Xwedê ji Hawayê re soz dabû.
Îsa Mesîh hemû pêşdîtinên Xwedê bi rêya mirin û jiyana xwe pêk anî
û rabû ser xwe.
Em dikarin ji Nivîsên Pîroz bawer bikin Meryem. Ji ber ku rastiya wan pêk hatiye.
Ew Gotinên Xwedê ne.
Yê ku ev gotin da me û wan diparêze Xwedê bi xwe ye.
Ew bi biryar e ku wan pak bihêle.
Û ew me têr dikin,
weke vî nanî.
Û heta ew me bêhtir bihêz dikin.
Pawlos ev nivîsandine: Hemû Nivîsên Pîroz ji Xwedê peyam girti ne û ew bikêrhatî ne;
ji bo hînkirina rastiyê,
rexnekirina şaşiyan, rastkirina şaşiyan
û şîretên ji bo ku em jiyaneke rast bijîn."
Dema tu li ser Îsa û Nivîsên Pîroz axivî,
min teqez hîs kir.
Lê çawa dikarim vê teqeziyê her tim di dilê xwe de bigrim?
Çawa dikarim li gorî vê baweriya xwe bijîm Dayê?
Ev rêwîtiya te ye Meryem.
Em hemû bi baweriya xwe mezin dibin; ta ku em hînî bawerbûna bi Gotina Xwedê bin.
Û dema ku te xwe roj bi roj radestî Wî kir.
Ew ê hemû bawerî û zanabûna ku pêwîst e bide te.
Dawud!
Tu baş î?
Ez dikarim çawa baş bim!
Bavê min wê biçe ji bo Agrîppa qesir û kelehan çêbike.
Dawud?
Tu dizanî ku divê ez herim.
Divê çavên te li ser diya te, xwişkên te û birayê te be.
Dive soze bidi min kurê min.
Çi bivê ezê bikim.
Ez bi te bawer im.
Bixêr biçe bavo.
Xwedê bi te re be.
Li ser rewşa di vê çîrokê de we yê bertekek çawa nîşan bidaya?
Meryem di hin mijarên girîng de dema ku li dij bavê xwe derdikevî, rêzdariyeke çawa nîşanî wî didî?
Dayika Meryem li ser şikbariyên wê çawa alîkariya wê dike?
Em a rast çawa dikarin diyar bikin?
Vê beşê di derheqê şikbarî û baweriyê de çi nîşanî we da?