Women's Resources·18/80

Jätku Leiba 썸네일
챕터Jätku Leiba
La Búsqueda - The Search 썸네일
챕터La Búsqueda - The Search

Finding Peace

In the midst of trials, Mariam asks Rivka how to stay calm in troubled times. She says Jesus prayed even more during tough times. Jesus was on a mountain top praying. A man brought his son to the disciples to be healed. But the disciples couldn't do it. When Jesus came down from praying, He rebuked the disciples. He said, "This kind only comes out by prayer." Rivka says spending time with God, praying, learning from His Word, seeking His will, and worshipping Him is a way of life. So when life becomes difficult, we're prepared. Spending time in prayer isn't an obligation; it's a privilege. As Rivka says, Jesus often went away to be by Himself. He set an example for His followers by spending intentional time with His Father on a regular basis. As followers of Jesus, we're assured God's peace when we pray. This is how followers of Jesus endure trials and suffering in life: communication and relationship with the One who made us and reigns sovereign over everything.

질문하기

성경 구절

공유
Mark 1:35

Early in the morning, while it was still dark, Jesus got up and went out to a solitary place to pray.

Berean Standard Bible

Public Domain

더 읽기...
Philippians 4:6-7

Be anxious for nothing, but in everything, by prayer and petition, with thanksgiving, present your requests to God. And the peace of God, which surpasses all understanding, will guard your hearts and your minds in Christ Jesus.

Berean Standard Bible

Public Domain

더 읽기...
무료 자료

성경을 더 깊이 이해하고 싶으신가요?

성경 공부에 참여하기

대본

Kurmanji Standard
Rîvka Dîtina Aramiyê Dawud, tu li vir çi dikî? Çi ji te re! Kî li ber pez e? Yaqûb li ber e. Kî li ber pez e? Yaqûb li ber e. Tu çi dikî? Divê ez ji bo demekê winda bibim, xwe veşerim. Çi? Neçe, pêdivîya me bi te heye! Romayî li her derê li min digerin. Romayî ji dema ku berî bavo here li te digerin. Te çi kiriye Dawud? ji bo alîkariyan divê tu spas bikî. Divê Orşelîm ji serdestan were rizgarkirin. Dayê hişyar e? Nizanim. Ew hîn jî gelekî nexweş e. Tu nikarî vê bikî Dawud. Divê ez jê re bibêjim ku ez ê xwe veşêrim. Lê te soz daye bavo. Behsa Bavo neke ji min re. Ew niha alîkariya Romayiyan dike. Ew kî ye ku wê min bidarizîne? Niha tiştê ku divê ez bikim, dikim. Tu yê baş bî. Sara û Eyub li vir in. Û Yaqûb jî wê li ber pez li heywanan binêre. Lê milê Eyub... Ax! Lê Milê Eyub... Ax! Çima tu nikarî bimînî? Wê ji bo her kesî ewletir be. Ez ê vegerim di nêz de. Raweste û baştir be. Xwedê bi te re be. Çawa tu dikarî wisa bikî? Çawa tu dikarî dev ji me berdî? Tu dibêjî qey min ev plan kir? Derî vekin! Derî vekin! Xwe bide alî! Em ji bo Dawudê kurê Musa li vir in. Li hundir binêrin! Li jor binêrin? Hûn dixwazin çi bikin? Eyub! Rawest e, tu kî yî? Ez hevlingê Dawud im. Berpirsiyarê vir ez im. We ew ne dît? Na Birêz. Ha ha ha... Min ev dît, lê hinekî biçûk xuya dike. Wî berdin. Em ê ji dêvla wî vî bibin. Çi? Min tiştekî şaş... Bimeşe. Çi? Min tiştekî şaş... Bimeşe. ...nekirîye! Ax! Min got bimeşe. ...nekirîye! Ax! Min got bimeşe. Eyub! Eyub! Wî berdin, wî berdin! Eyub! Lê Eyub! Eyub! Na Sara! Na, Sara! Raweste! Na, li zaroka xwe bifikire. Na! Tu nikarî bi vî awayî alîkariya wî bikî. Were cem diya xwe. Bikeve hundir. Metê? Bêhiş ketiye. Divê em bêdeng bin û dia bikin. Her tişt di bin kontrola Xwedê de ye. Leşker, ew li pey Dawud bûn? Erê dayê, lêbelê wî nedîtin. Ew dûr çûye. Lê Eyub! Wan ji dêvla Wî Eyub birin! Xweda tu alîkariya me bike! Divê em dia bikin. Bav! Em bi navê Xwedê û rizgarkerê xwe Îsa Mesîh tên cem te. Em lava dikin. Em te pîroz dikin. Em sipasdarê te ne ku heta di van demên dijwar de jî dixebitî. Niha em ê ji bo Eyub dia bikin. Xwedê! Eyub ji destê wan leşkeran rizgar bike. Zanyariya xwe bide wî. Bi xwedantiya xwe wî biparêze. Dilê wî bi wê aramiya xwe ya dûrî têgihiştina me ye tijî bike. Eyub biparêze, em dia dikin. Me fêm nekir bê çi diqewime, lê em pesnê te didin û em sipas dikin. Ji ber ku em ji Te bawer dikin, tenê bi Te. Sipas, Bav Îsa. Ez bi te bawer im, Xwedê. Tu çawa aram dimînî, dema ku her tişt wisa ne baş e? Aramiya me tenê ji Xwedê tê. Tê bîra min Meryema Megdelanî ji me re digot, dema ew bitirsiya û biêşiya wê her tim Îsa bi bîr dianî û mîna Îsa dijiya. Wê got ku Îsa di bin zextan de û mijûl jî bûya an li belayên neyaran jî bihata, Îsa sibehê zû hişyar dibû û ji xwe re cihekî ji bo diayê didît. Carinan Wî di tevahiya şevê de dia dikir. Berî ku ew diwazdeh şagirtên xwe hilbijêre, Wî her şev dia kir. Û Wî ji dil dia dikir; dema ku deshilatdar hatin û Wî girtin. Ew di dema diayan de dirust bû. Û carekê, dema ku Îsa bi Petrûs, Yaqûb û Yuhenna re li çîyê bûn zilamekî kurê xwe yê gelek nexweş anîbû ji bo dermankirinê. Kurikê biçûk, saw pê digirt û têhna laşê wî bilind dibû. Her çiqasî zilam ji şagirtan lava kir ku cin derînin lê ji wan nehat. Îsa ji ber baweriya kêm şagirtên xwe hişyar kir û Wî got, "Cinê bi vî cureyî ji dia û rojiyê pêve bi tu rêyên din dernakevin." Lê Wî dia nekir û rojî negirt ji ber ku ji xwe Wî dia kiribû û rojî girtibû. Îsa bi cin re xeyidî û kurik baş bû. Îsa nîşanî me da ku dia rêya jîyanê ye. Divê em her roj dia bikin, bi Xwedê re demê derbas bikin, ji Wî lava bikin, li daxwaza Wî bigerin, li gotina Wî kûr bifikirin. Û bi vî awayî, dema jiyan dijwar bibe ku li me hemûyan wisa dibe, rêyek an jî rêyeke din, em dibînin ku pêşwaziya tiştên derkevin pêşiya me çavkanî û aramiya me nîşanî me didin. Tu her roj dia dikî her roj zû hişyar dibî? Ez hewl didim. Bêguman hin roj hene ku hin tişt astengiyê li min dikin. Lê ev hînbûyina min e. Û jixwe ez herî zêde ji vê dema rojê hez dikim. Dembihurandina bi diayên ji Xwedê re ne peywîr e. Ew taybetmendiyek e. Carinan ez difikirim ku diayên min weke ku çewt in. Çewt? Na Meryem. Tu ji bo her tiştên biçûk jî û tiştên mezin jî herî ber deste Xwedê ew kêfxweş dibe. Bîne bîra xwe. Xwedê Adem û Hawa afirand û di bexçe de bi cih kir. Xwedê bi wan re meşiya. Xwedê gazî kir, got, "Hûn li ku ne?" Dilê Xwedê ji bo te wisa ye. Ew dixwaze bi te re be. Û ji her kesî bêhtir fêm dike bê tu bi ku ve diçî. Lê tu dikarî çawa ji vê piştrast bî? Îsa Mesîh jî wekî me mirovek bû. Ji hemû tiştên em pê êşîyan Ew jî êşîya. Bi rêyên em hatin ceribandin Ew jî hat ceribandin. Jiyaneke bêkêmasî kir; bêyî guneh. Lewra ji ber ku ew li ser rûyê erdê bi me re bû, Ew ji me fêm dike. Tiştek tune ye ku em lê rast hatibin ku Wî nedîtibe. Û hezkirina Wî ya ji me gelekî kûr e. Ew di nav hemû jiyanê de rêhevalekî bêkêmasî ye. Nexwe dema ku tu dia dikî tu ji Wî re her tiştî dibêjî? Erê her tiştî! Bêguman pê dizanim ku Ew dixwaze ku ji min bibihîze. Û ji min jî. Erê. Em jiyanên xwe bi Qiralê Qiralan, bi Xwedanê Xwedayan re parve dikin. Sara! Eyub! Ax! Tu baş î? Erê. Serleşkerek hat û ji leşkeran re got wî berdin. Spas ji Xwedê re! Gelek bihêrs bibû ku zilamê şaş derdest kirine. Were, her tiştî bibêje. Xwedê bersiva diayan dide. Erê. Erê ew dide delala min. Û niha divê ez biçim malê. Oxir be Meta Rîvka. Silav Yaqûb. Silav. Ez hêvîdar im ku tu û malbata xwe baş in. Ew pir baş in, sipas. Lê tu? Ez jî baş im. Lê divê niha herim. Oxir be ji te re. Bi xatirê te. Yaqûb. Fermo, tu ji bo çi hat? Hm... Gelo ez dikarim bêm hindûr? Fermo were. Malbata min li malê ye, fermo. Dawud ez li nav rez dîtim. Wî ji min xwest ku ez ji te re bibêjim. Wî xwestiye bi xweşî ji te veqete. Û wisa got, wî nexwestiye ku tu xemgîn bibî ji bo xwe ciheke bi ewle dîtiye. Tu baş î? Pêdiviya te bi alîkariyê heye? Dawud ji min re got, te xwestiye ku li pezê me binêrî û alîkariya Eyub bikî. Te wisa gotiye. Gelek spas dikim. Ev piştgiriyeke pir mezin e. Ez bawer im ku dayika min, Nuh û ez, em ê kêfxweş bibin. Ger pêdiviya te bi tiştekî bû ji min re bibêje. Em... Ez ji bo te û dayika te diayan dikim. Ez pir jêhatî me, tu jî dizanî. Ez dikarim her karî bikim. Her tiştî? Ne her tiştî. Sipas dikim Yaqûb. Pêşniyara te wê di bîra min de be. Baş e. Nexwe, bi xatirê te. Oxir be Yaqûb. Hûn xwe nêzî kîjan kesayetî dibînin û çima? Ger hûn an jî hezkiriyeke we bêsedem bihata tawanbarkirin, we yê çawa bertek bidaya? Xwedê bi çi awayî bersivan dide diayan? Em jî mîna Îsa di derheqê diayan de dikarin çi hîn bibin? Hûn di derheqê diayan de ji wan kesayetan çi hîn bûn?
JesusFilm