Rivka·8/12

Cleaning the Lamps

Mariam worries about her parents and how to be a wife to Yacoub. Rivka tries to tell her that they will each grow as they submit to God. She points to the lamps they're cleaning and says they all have the same purpose: to shine. She says God thinks of us as lamps. We are to shine as God made us to shine. Rivka says she knows women that have had to shine in the darkest hours. They had to rely on God to fill them so He could shine through them. A girl's worth doesn't rely on her marriage status, instead, she should live to serve God with her gifts and talents. That's where worth is found. "You are the light of the world. A city on a hill can't be hidden. Also, people do not light a lamp and put it under a bowl. Instead, they put it on its stand. Then it gives light to everyone in the house. In the same way, let your light shine in front of others. Then they will see the good things you do. And they will praise your Father who is in heaven" (Matthew 5:14-16). We're given unique personalities, desires and gifts to invest in the things God puts in our life. As stated in the parable of the talents, God expects us to use what we've been given to glorify Him.

질문하기

성경 구절

공유
Matthew 5:14-16

You are the light of the world. A city on a hill cannot be hidden. Neither do people light a lamp and put it under a basket. Instead, they set it on a stand, and it gives light to everyone in the house. In the same way, let your light shine before men, that they may see your good deeds and glorify your Father in heaven.

Berean Standard Bible

Public Domain

더 읽기...
1 Corinthians 12:12

The body is a unit, though it is composed of many parts. And although its parts are many, they all form one body. So it is with Christ.

Berean Standard Bible

Public Domain

더 읽기...
무료 자료

성경을 더 깊이 이해하고 싶으신가요?

성경 공부에 참여하기

대본

Kurmanji Standard
Rîvka. Paqijkirina Qendîlan. Dayê, Divê ez binerim bê kî li ber derî ye. Û dema ez vegerim tê ji vê şorbeyê hinek din vexwî. Yaqûb! Apo. Werin, werin. Bixêr hatin û werin hindûr. Dayê! Bavo! Yaqûb û bavê xwe hatin. Ez ji wan re çi bibêjim? Baş e. Tu berê wan bide odeya li pêş Meryem. Û piştre xwarinekê ji wan re çê bike. Û ez ê jî kêlîyeke din li wir bim. Kerem bikin werin. Bavê min got ez ê kêlîyeke din werim. Ez, em pir kêfxweş in bi hatine we. Xwe wekî li malê hîs bikin. Nuh! Hinek av bîne û li mêvanan binêre. Zû! Erê. Erê. Tu çi dixwazî? Yaqûb û bavê xwe hatin! Divê em xwarinê çêbikin! Were, zû! Baş e, heta ji min bê ez ê zû li wir bim. Aram be Meryem. Baş e, heta ji min bê ezê zû li wir bim. Aram be Meryem. Bi lez! Baş e, heta ji min bê ezê zû li wir bim. Aram be Meryem. Baş e, heta ji min bê ezê zû li wir bim. Aram be Meryem. Baş e, heta ji min bê ezê zû li wir bim. Aram be Meryem. Na bavo. Bihêle alîkariya te bikim. Alîkariya wî bike ew nikare. Oh, Pir xweşik e. Baş e, min bibe cem wan, keça min. Mûsa. Silav Apê Mûsa. Yaqûb. Kerem bike, rûnê. Ez bi dîtina te kêfxweş bûm. Ez ji bo rewş û nexweşiya te xemgîn im. Ez ji Xweda dia dikim ku te zûtir baş bike. Xwedê ji devê te bibihîze. Belê. Ez çawa dikarim alîkariya we bikim cîranê delal? Îro ez ji bo, mm... ji bo kurê xwe hatim, Yaqûb. Ew xortekî baş e û ez bawerim ji bo keça te ew ê bibe hevjînekî baş. Û piştre bavê Yaqûb ji bavê min xwest ku dikarin nîşanê di demeke kurt de bikin. Got ku ev demen dijwar in û tu kes nizane wê sibe çi bibê. Ew dixwaze ku em ne di diwazdeh mehan de di sê mehan da bizewicin. Lê bavê te çi got? Pejirand. Em ê di nava sê mehan de zewicin. Wan Eyub anîn hindûr û li ser her tiştî li hev kirin. Û piştre Yaqûb ev gerdenî da min. Ev ne tiştê herî şîrîn ji yên ku te heta niha dîtine? Erê delala min, erê şîrînê. Lê... Metê, ez nizanim ka Dayê û Bavo wê bêyî min çawa bikin. Ez gelekî kelecanî me ji bo Yaqûb lê ji aliyekî jî... Hûn ê ji bo alîkariya wan bi hev re rêyekê bibînin, bi Yaqûb re. Her wiha Sara û Eyub jî li vir in. Lê Sara pir nexweş e. Ew ê heta hetayê nexweş nemîne keça min. Wê zarokên wê çêbibin. Lê ew û Eyub hîn jî dipeyivin dema ku zaroka wan çê bibe, mala xwe bibin nêzî malbata wî. Wê demê ger çûyina wan ji bo wan baş be ew ê biçin. Xwedê wê rêberiyê bike. Xwedê wê rêberiyê bike û tu û Yaqûb jî bi hev re biaxivin û dia bikin, û Wî bişopînin. Dayika min her tim digot, divê em mezin bibin ku bibin hevjînên dilsoz û rojekê bi malbatên hevjînên xwe re bijîn. Lê ger pêdivîya dê û bavê min bi min hebe... Dilsozî ji baweriyê pêk tê Meryem! Hîn jiyana min û Yaqûb dest pê nekiriye lê ji niha de hişê min tevlihev e. Ax Metê, ez hîn nizanim wê çi bi min bibe, û niha divê ez hîn bibim bê mirov çawa dibe hevjîn? Di nava sê mehan de? Ez qet nikarim hîn bibim. Meryem, mirov bibe jineke dilsoz, ev nayê wateya ku tu diguherî. Weke ku Yaqûb hînî hezkirina te bibe û tu jî hîn bibî xwe bispêri Wî hûn ê xwe bispêrin Xwedê û di nav afirîdên Xwedê de hûn ê bibin mirovên nuwaze. Nexwe, zewaca bi Yaqûb re wê alîkariya min bike ku ez bibim miroveke baştir. Min ne wisa got Meryem. Nirxê me û gihiştîbûna me ne ji zewacê tê an jî ne ji azibbûnê. Her yek ji me xwedî rêyekê ye. Û... em bi guhdarîkirina Xwedê, bi xizmeta ji bo Wî û bi xizmeta ji bo yên din mezin dibin. Ez dixwazim xizmeta dê û bavê xwe bikim. Divê li ser vê yekê tu bi Yaqûb re biaxivî. Tu dibêjî niha? Niha hûn dest bi plana jiyana xwe ya nû dikin, ne wisa? Erê, ez wisa difikirim. Û biryaran bidin? Erê. Baş e, nexwe sûdeyên nêrîna xwe parve bike. Nehêle ku ew fikra te meraq bike. Bila ew bizane ji bo te çi girîng e? Ne bi rengê ku tu ji bo daxwazên xwe bidî ser pişta wî. Bi rengekî ku ew bikaribe biryara herî baş bide. Pediviya wi bi vê rastbîniyê heye. Meryem, li van qendîlên li dora me binêre, yên ku îro me bi hev re dagirtin. Ev çi xweşik in. Çiqasî qendîlên te yên cûr bi cûr hene. Ez ji qendîlan hez dikim. Lê tu dibînî, ew hemû xwedî heman armancê ne; ew jî ronîkirin e. Erê weke vê yekê. Lê bi çend awayên cûda ew ronahiyê didin? Ev a rengîn û xweşik li ser dîwêr dirûvên xweşik çêdike. Û ev ronahiyeke xurt dide ser lênûska hevjînê min Harûn ku ew êvaran li ser dixebite. Ev jî gelekî geş e. Û ev jî ronahiyeke nermtir dide. Hemû qendîl xwedî gelek tiştên hevpar in. Berî ew bêne pêxistin divê hemû bêne paqijkirin û dagirtin. Her yek ji wan dikare bandoreke ji yên din cudatir bike. Îsa got ku ez û tu jî weke qendîlan in Meryem. Wî ji me re got bila ronahiya me şewq bide. Armanca jiyana me ya li vê dinyayê şewqdana bi ronahiya Xwedê ye, lê her yek ji me wê bi awayekî hinek cuda pêk bîne. Nexwe, ez weke qendîlekê me. Erê, tu biçî ku jî wê armanca te ev be, divê ronahiya te şewq bide. Carinan ez difikirim ku ez ronahiyê ditefînim. Weke dema ez bi Sara re pevdiçim. Ha, ha, ha, ha, ha, em hemû jî xwedî van deman in. Ax, lê tu... Ez difikirim ku tu qendîleke delal a taybet î. Û tu xwe di kîjan xanî de bibînî, ji bîr neke şewq bide, wekî ku Xwedê te bi taybetî ji bo şewqdanê afirandiye. Ev bedewîya te ya li cem Xwedê ji wê hebûna ku Wî afirandiye tê. Ez çend jinên gelek bedew nas dikim. Ez behsa bedewbûna navxweyî dikim, ya ku bi hêjayî şewq dide. Û pêwîst e ku şewq bide; di demên herî tarî de, di cihên herî tarî de. Ji bo ku her roj qendîlên xwe tijî bikin, ew neçar bûn ku pişta xwe bidin Xwedê, kêlî bi kêlî... Le piştre, ew di nav wan de bi şewqeke wisa ronî dide ku wekî bêhna mirov diçikîne. Kîjan cureyên demên tarî? Mîna windakirina hevjînekî an jî windakirina zarokekî. Şer an jî xela. Gelek tiştên wisa hene. Gelo ev te ditirsînin? Ax delala min! Em li ser tiştên dijwar ku pêkan e bi serê me de were bifikirin, ev ê tiştekî gelekî dijwar bûya. Tu her tim şewq didî di dimên dijwar de. Ha, ha, ha, ez bi vê nizanim. Ger ne pêwîst be ez her car şewq nadim. Gelo tu carinan difikirî, ger tu qet nezewicîbûya wê jiyana te hêsantir nebûya? Hêsantir? Na, ez ne bawer im. Ez difikirim ku wê bi awayên din dijwar bûya. Binêre Meryem. Em her du jî xwedî şarezayî û derfetên cuda ne. Û ji bo tiştên ku Wî dane min divê ez bersivê bidim Xwedê. Ez nezewicîbûma ne ez ne jî diyariyên Xwedê wê ne cuda bûna. Hevalek Sara nezewicî heye û ez difikirim ji ber vê yekê jinên din wê kêm dibînin. Hin mirov bawer dikin ku armanca jiyana keçekê tenê zewac e. Lê li gorî min em di nav çi şert û mercan de bin divê armanca me xizmeta ji bo Xwedê be. Em zewicandî bin an azib bin... An jî em weke Nûra jinebî bin... Em hemû xwedî şarezayî û diyariya nin; divê diyariyên ku xwedê dane me em bi awayê herî baş bi kar bînin. Dema em ji xwe ne bawer bin jî? Erê wê demê jî. Îsa li ser vê mijarê çîrokek got. Zilamek derketîye rêwîtiyekê. Û wî gazî xebatkarên xwe kiriye. Mal û milkên xwe di nav wan de parve kiriye. Ji para yekî pênc tûrik bûye û du tûrik daye yê din. Û piştre jî, tûrikek dibe para yekî dîn. Her yekî li gorî jehatîbûna xwe tûrik girtiye. Piştî demeke dirêj ew zilam vegeriyaye û bi xebatkaran re hesab kiriye. Xebatkarê ku pênc tûrik sitandibû wisa dibêje, "Te pênc tûrik sipartibû min. Binêre, min ew xebitand û pêncê din bi ser xist." Zilam jê re dibêje, "Baş e karkerê min ê baş û dilsoz. Tu bi çend tiştan dilsoz derket. Ez ê peywira gelek tiştan bidim te. Were û kêfxweşiya min parve bike!" Xebatkarê ku du tûrik dabûyê jî tê. Ji zilam re dibêje, "Te du tûrik pere sipartibû min. Binêre min du tûrikên din bi ser xist." Zilam ji wî re jî dibêje, "Baş e, karkerê min ê baş û dilsoz. Tu bi çend tiştan dilsoz derket. Ez ê peywira gelek tiştan bidim te. Were û kêfxweşiya min parve bike!" Piştre xebatkarê ku tûrikek sitandibû xwe nêzî zilam dike û dibêje, "Min dizanibû ku tu mirovekî zor î û cihê ku te neçandiye tu diçinî û ji cihê ku te tov lê nereşandiye berhev dikî. Loma ez tirsiyam, ez çûm min tûrikê te di nav axê de veşart. Ha ji te re tûrikê te." Zilam jê re got, "Hey karkerê ne baş û tiral! Li gel ku te dizanibû cihê min lê neçandiye ez diçînim! Naxwe diviyabû ku te pereyên min razanda banqeyê, dema ku ez vegeriyam min ê zêdetirê vê bistanda." Û zilam ceza dide wî karkerê ku sermiyan spartibûyê û tiştek lê zêde nekiriye. Xwedê gencîne daye me hemûyan Meryem. Çi em zewicî bin an azib bin, bi zarok bin an bê zarok bin, dewlemend bin an belengaz bin; Wî daye me hemûyan Meryem. Em xwedî diyarî an jî şarezayiyên cuda nin. Lê divê tiştê ku Xwedê daye me em binirxînin û li xwe zêde bikin. Di van cih û têkilîyan de ku Xwedê ragihandiye me. Dema ku me ev kirin, em ê bikaribin hilkişin cem Wî. Di roja dawî de emê bi Wî re rû bi rû bibin û em ê kêfa Wî biceribînin! Û wê rojê em ê şewqê bidin. Ew ê li ser me şewq bide! Meryem. Ez dixwazim ku ev qendîl ya te be. Bila ji bo nîşana te diyariya min be. Û dema te li wê nerî, her tiştên ku Xwedê sipartine te bifikire û tim bîne bîra xwe ku tu biçî ku jî tu bi hezkirina Xwedê şewq didî. Lê Metê, ev pir xweşik e. Ez nikarim... Delalê, ev ne ewqasî xweşik e. Tu zarokeka Xwedê yî. Tu di Desthilatdariya Bihuştê de keybanûyek î. Tu xwişkeke Qiralên Qiralan î û Xwedanê Xwedayan î! Vê hilde û her tim bi bîr bîne, tu çi bikî û herî ku tu di dilê Mesîh de yî. Lê ez, ez, ez nikarim. Ax! Divê tu bibî. Ez tika dikim. Ez nahêlim ku tu bêyî vê biçî malê. Ewqas tişt hene ku ez bi Yaqûb re biaxivim, lê divê ez vegerim cem dê û bavê xwe. Tu nikarî bêyî vê herî. Jineke ciwan dixwaze te bibîne. Bila were. Daliyah! Çi qewimî? Bibore min te dilteng kir lê ez çawa bibêjim... Dayîka min pir nexweş e, min ji Meryemê bihîst ku hêza te ya dermankirinê heye. Tu dikarî werî li dayîka min binêrî? Lêbelê ez bi xwe, hêza min tune ye, Lê ya Xwedê heye. Ez ê werim, dermanên xwe bînim û ji bo dayîka te her tim dia bikim. Ez ê jî werim. Li ser rêya mala min e. Keçikno hûn herin. Ez ê bigihîjim we. Sipas dikim Debra. Meryem, ev çi ristik e? Ez ê bi Yaqûb ra bizewicim di nav sê mehan de. Meryem ev mizgîniyeke pir xweş e. Tu zêde bisiûd î. Lê xuya ye ez ê nezewicim. Wisa nebêje. Ez ji te mezintir im Meryem. Lê Daliyah, ne pêwîstiya hevjînekî ye ku jinek ji bo Xwedê binirx be. Ew bi rengê me ji me hez dike. Tirs û fikarên Meryem ên li ser zewaca bi Yaqûb re çi bûn? Rîvka li ser tirs û fikarên Meryem bersivek çawa da? Rîvka li ser nirx û armancên jinan û mêran ên li hember Xwedê çi dibêje? Diyarî û jêhatiyên we yên taybet çi ne? Diyariyên ku Xwedê daye me di warê jêhatiyên me de çi ji me re dibêje?
JesusFilm