Rivka·10/12

The Dropped Stitch

Forgiveness is like the dropped stitch. If it's not fixed immediately, the hole of bitterness gets bigger and bigger. Jesus said people would suffer as He suffered for His name. Although Rivka teaches others, we see that she also struggles with sin. No one is perfect. Everyone needs Jesus. Responding to others as Paul teaches in the New Testiment to respond is a choice. Only in relying on the Spirit can that choice be made. And the choice has to be made despite how others are responding. The other person involved might not apologize. And they may never actually accept your apology. But their reaction shouldn't affect our ability to forgive and ask for forgiveness.

질문하기

성경 구절

공유
Colossians 3:12-15

Therefore, as the elect of God, holy and beloved, clothe yourselves with hearts of compassion, kindness, humility, gentleness, and patience. Bear with one another and forgive any complaint you may have against someone else. Forgive as the Lord forgave you. And over all these virtues put on love, which is the bond of perfect unity. Let the peace of Christ rule in your hearts, for to this you were called as members of one body. And be thankful.

Berean Standard Bible

Public Domain

더 읽기...
Romans 12:14-19

Bless those who persecute you. Bless and do not curse. Rejoice with those who rejoice; weep with those who weep. Live in harmony with one another. Do not be proud, but associate with the lowly. Do not be conceited. Do not repay anyone evil for evil. Carefully consider what is right in the eyes of everybody. If it is possible on your part, live at peace with everyone. Do not avenge yourselves, beloved, but leave room for God’s wrath. For it is written: “Vengeance is Mine; I will repay, says the Lord.”

Berean Standard Bible

Public Domain

더 읽기...
무료 자료

성경을 더 깊이 이해하고 싶으신가요?

성경 공부에 참여하기

대본

Kurmanji Standard
Rîvka. Dirûna Jihevketî. Sara! Fermo Bavo. Divê tu min bibî mala wê jinikê. Tu dibêjî çi? Bavo, kîjan jinik? Ew Rîvka. Tu yê çima biçî wir Bavo? Divê ez bi hevjînê wê yê rûreş re biaxivim. Wî gawirî kurê min da girtin. Bavo, tu dizanî Romayî li Dawud digeriyan. Şeva çûyî gelek tirsehêz bû Bavo. Lê Dawud zagonan binpê dike. Em hemû bi vê dizanin. Nexwe Romayiyan ji ku dizanibûn bê ew li ku ye? Fikra xwe ji xwe re bihêle. Min bibe wir. Ez ê te bibim Bavo! Kerem bikin hindûr. Mûsa, Eyub, hûn bixêr hatin. Werin hundir. Debra tu dikarî ji bo mêvanên me tiştinan bînî? Fermo, bavo. Sipas dikim. We li ser Dawûd tiştekî nû bihîst gelo? Haya me jê tune ye û ez li vê malê ne dixwim ne jî vedixwim. Ka Harûn? Hevjînê te li ku ye? Ew ne li vir e. Ew zû derket ku walî bibîne. Bi walî re kêfê dike? Ez bawer im min qesta te fêm nekir? Doh tu jî li dawetê bû? Tu heta dereng jî ma, ne wisa? Neke Bavo! Huş be kuro! Bi rastî jî em gelekî li ber girtina Dawut ketin. Harûn li fersendekê digere ku îro vê bîne ziman. Jina bêhiş. Wî li cihê ku pêşî xwe lê veşartibû dîtin. Nexwe wê Romayiyan çawa bizaniya kurê min xwe li wir vedişêre? Wî li cihê ku pêşî xwe lê veşartibû dîtin. Nexwe wê Romayiyan çawa bizanibûna kurê min xwe li wir vedişêre? Doh bi şev bajar hemû zanibû malbata we li ku bû. Her kesî bi vê dizanibû. Pêdiviya Romayiyan bi sîxurekî tune bû. Tu mafê te tune ku tu bi min re wisa biaxivî an jî derheq hevjînê min biaxivî. Nalet li te û li hevjînê te yê kafir were! Bavo! Te nifir li min kir? Piştî ku min evqasî tişt ji bo malbata te kir? Te tiştek nekiriye lê te bela bi ser min û malbata min de aniye. Meta Rîvka bibore. Divê min ew neanîya. Tu dibêjî qey min nikaribû bêyî te bêm vê derê ma ez belengaz im? Ka bêje! Tu û hevjînê xwe hûn dibêjin qey em ji her kesî baştir in. Hûn bawer dikin ku hinek pere we baştir dike. Hûn me dihetikînin. Dihetikînin! Tu tenê xwe dihetikînî Mûsa. Tu û nifirên xwe yên qirêj! Rîvka Xanim. Rîvka Xanim. Mêvanekî we yê din hatiye. Kî ye Debra? Nûra ya jinebî ye. Mm... Bila were hundir, tê jî werî? Tu baş xuya nakî xwişka min. Çi bû gelo? Dema ku ez hatim min li devê derî Musa û Eyub dîtin. Ji bo silavê jî li min nesekinîn. Ax Nûra! Ez, ez ewqasî şerm dikim ku naxwazim li ser jî biaxivim. De bêje, bêje. Ewqasî jî ne xerab e. Pirsgirêk çi ye? Ax! Niha min ev dirûn ji hev kir. Û ev ji bo zaroka Sarayê ye. Ji dirûna verşiyaye dest pê bike an na wê ji ber here. Di navbera te û Mûsa de çi pêk hat? Mûsa ji ber girtina Dawud xemgîn e, wî xwe winda kir û hin tiştên pir xerab ji hevjînê min re gotin. Piştre jî min xwe winda kir. Divê min xwe giran bikira. Bêguman her kes xemgîn e. Zêde xwe neêşîne. Min xwest ez bi wî de pir bixeyidim. Min xwest ku ez tiştên nexweş bibêjim, tiştên kirêt bibêjim. Û min got jî. Mûsa ji ber girtina kurê xwe Dawud, Harûn sûcdar dike. ji ber ku keçên wî û hevjîna wî Mesîh dişopînin jî min sûcdar dike. Ez nikarim vê rewşê safî bikim. Niha li kêlekê bihêle. Lê Rivka, ger ez biketama rewşek wisa, ez dizanim te yê ji min re çi bigota! Çi ye ew? Te yê ji min re bigota lê bibore. Erê, ez bawer im min ê bigota. Ev weke jihevxistina dirûtinê ye. Tu bi rewşê re rû bi rû nebî, çareser nekî û li Mûsa neborî, ew birîna ku ji êşan pêk tê, her ku biçe wê mezintir bibe. Ev aramiya ku Xwedê daye dilê te wê têk bibe. Keliyeke xwe jî bi vê êş û hêrsê pûç neke. Te ji min re gotibû ku Îsa gotiye, ji bo ku em ji Wî hez dikin mirov ji me hez nakin? Tu têra xwe hevaleka baş î û ji bo ku tu ji Mesîh hez dikî te diêşînin. Tu rast dibêjî. Lê carinan bi rastî jî gelekî dijwar e. Te tiştin din jî gotibûn. Heta ku Îsa gotibû ku tiştekî ne baş e ku her kes li ser te bi başî biaxive. Ez bi wan gotinan matmayî bibûm. Di destpêkê de ev gotinên Wî neketibûn serê min. Bêguman. Divê ez ji bo Mûsa dia bikim. Û bi awayekî Wî pîroz bikim. Ha... Erê. Sipas dikim Nûra. Mixabin ez vegeriyam ser nêrîna xwe ya kevn a li ser jiyanê, li ser mirovan û Mûsa. Çima tu niha ji bo wî dia nakî û wî efû nakî delala Rîvka? Xwedê, li min bibore ku ez ji Mûsa evqasî aciz bûm. Xwedê ez bi navê Te wî pîroz dikim. Wî bi dilovaniya Xwe pîroz bike. Hezkirina Xwe ya li wî, bi ayetekê wî pîroz bike. Bi dermankirina korbûna wî, wî pîroz bike. Ax Xwedê! Ez ji ber her tiştê, qirêj ku wî ji min re got, li Mûsa diborim. Û li ser hevjînê min got. Ez lê diborim. Ji bo bêrûmetî û şermezariya li min kir... Ez li wî diborim ji ber her tiştên bi êş ku wî ji min re got an jî kir. Û spas dikim ji ber ku, min lê borand, ez piştrast im ku Tu yê jî li min biborî. Spas dikim, Xwedê! Rûmet her ji Xwedê re. Pesin her ji Wî re. Spas dikim, hevala delal. Spas dikim. Ji bo ku te berê min bi rastî da Xwedayê me. Niha, ez hîs dikim ku divê ez herim Mûsa bibînim ji ber ku min wî êşand lêborînê bixwazim. Gelo bi te ev tiştekî durist e Rîvka? Dibe ku tu rawestî baştir be. Ew ê hê jî xemgîn bibe. Na. Min xwe şaş kir. Ez di vê mijarê de ji aliyê xwe ve berpirsiyar im. Nizanim çima lê ez hîs dikim ku divê ez niha herim. Nexwe ez ê jî bi te re werim. Qet nebe ez ê ji te re dia bikim. Çi qewimî? Bavo gelekî xemgîn e. Hêrs bûye. Wî nîqaşek mezin kir. Ez gelekî xemgîn im. Dema ku hûn çûn, dayê pir xemgîn bû. Gumana min niha raza ye. Jinûmêrên nû! Kerem bikin! Yaqûb niha ji girtîgehê hat. Ew çawa ye? Dayê çawa ye? Ew ji vê sibehê xerabtir e. Ax Sara. Çawa bibim alîkar? Gelekî lêdan xwaribû. Lê niha ew baş e. Haya we ji tawanbariyê heye? Serhildana li dijî Romayê. Xwedê rizgar bike. Wê ji ber vê wî darve bikin. Dawud ne xeyalperest e. Ew dizane çi pêk tê. Malbata wî vê çawa hildigire? Ne baş in. Bavê wî har bûye, û diya wî... Dayê. Tu çi dixwazî? Em dikarin çi bikin? Ez naxwazim. Ez nizanim, zarokno. Ez pir bêhal hîs dikim, bêhal. Divê tu rawestî. Kanî, bavê we li ku ye? Li odeya pêşî ye. Ew baş e. Tu tenê hay ji xwe hebe. Meta Nûra. Meta Rîvka! Silav Eyub. Min hêvî nedikir ez te wisa zû bibînim. Dizanim. Bibore ji ber vê sibehê. Ew kî ye Eyub? Ew dengê kê ye? Ew, ax... Meta Nûra û Meta Rîvka ne Bavo. Te got çi? Ax, lanet lê were! Ew çi dikin li vir? Ez hatim lêborînê bixwazim Mûsa. Vê sibehê ez ji hiş xwe ve çûm. Ez ji ber gelek xemgîn im. Xwedê alîkariyê bike. Dayê. Yaqûb, Eyub! Bavo, alîkarî! Dayê? Dayê! Na! Na, dayê, vegere! Vegere! Ax, dayê! Pêdiviya min bi te heye. Leyla! Xwedê, na! Di vê çîrokê de têkiliya ku herî zêde bala we kişand, diyar bikin. Tehlî bi çi awayî dişibe dirûna jihevketî? Gelo hêrs an tehlî li ber çavên Xwedê rast e? Çima erê, çima na? Weke şopînerên Mesîh, em çawa dikarin bi mirinê re li hev bikin? Hêrseke we ya ji kesekî heye ku hê derbas nebûye?
JesusFilm