Rivka·9/12

Wedding Day

As they prepare for Mariam's wedding, Noura encourages Mariam to cultivate her own relationship with Jesus. Yacoub won't be able to lend his own relationship to her. Sara advises Mariam to spend time with God and she'll find peace. In preparation for marriage, the women in Mariam's life give her advice that's actually good for everyone, regardless of status. "I know what it's like to not have what I need. I also know what it's like to have more than I need. I have learned the secret of being content no matter what happens. I am content whether I am well fed or hungry. I am content whether I have more than enough or not enough. I can do everything by the power of Christ. He gives me strength" (Philippians 4:12-13). Paul speaks about being content in everything because Jesus alone is enough. By making that relationship our highest priority, and recognizing it above worldly matters, we can find contentment in everything.

질문하기

성경 구절

공유
Matthew 25:1-13

“At that time the kingdom of heaven will be like ten virgins who took their lamps and went out to meet the bridegroom. Five of them were foolish, and five were wise. The foolish ones took their lamps but did not take along any extra oil. But the wise ones took oil in flasks along with their lamps. When the bridegroom was delayed, they all became drowsy and fell asleep. At midnight the cry rang out: ‘Here is the bridegroom! Come out to meet him!’ Then all the virgins woke up and trimmed their lamps. The foolish ones said to the wise, ‘Give us some of your oil; our lamps are going out.’ ‘No,’ said the wise ones, ‘or there may not be enough for both us and you. Instead, go to those who sell oil and buy some for yourselves.’ But while they were on their way to buy it, the bridegroom arrived. Those who were ready went in with him to the wedding banquet, and the door was shut. Later the other virgins arrived and said, ‘Lord, lord, open the door for us!’ But he replied, ‘Truly I tell you, I do not know you.’ Therefore keep watch, because you do not know the day or the hour.

Berean Standard Bible

Public Domain

더 읽기...
Luke 10:38-41

As they traveled along, Jesus entered a village where a woman named Martha welcomed Him into her home. She had a sister named Mary, who sat at the Lord’s feet listening to His message. But Martha was distracted by all the preparations to be made. She came to Jesus and said, “Lord, do You not care that my sister has left me to serve alone? Tell her to help me!” “Martha, Martha,” the Lord replied, “you are worried and upset about many things.

Berean Standard Bible

Public Domain

더 읽기...
Philippians 4:12-13

I know how to live humbly, and I know how to abound. In any and every situation I have learned the secret of being filled and being hungry, of having plenty and having need. I can do all things through Christ who gives me strength.

Berean Standard Bible

Public Domain

더 읽기...
무료 자료

성경을 더 깊이 이해하고 싶으신가요?

성경 공부에 참여하기

대본

Kurmanji Standard
Rîvka. Roja Dawetê. Leyla? Tu çi dikî Leyla? Îro daweta keça me ye û hê jî gelek tişt hene divê em bikin. Ax, yên din dikin. Were nav nivîna û hinek raweste. Ez ê sibê rawestim. Ax! Jinika bêhiş. Ha, ha, li me binêre. Em çi jinûmerên ecêb in, ne wisa. Tu her tim tiştekî pêkenok dibînî. Ken, ji girî çêtir e. Roja daweta me tê bîra min. Tu wê rojê jî dikeniya? Ha ha ha... ken? Ez ditirsiyam ku bimrim. Em hê zarok bûn. Û niha li me binêre. Em pîr in, nexweş in kor in. Em ne zarok bûn, temenên me mezin bûn. Ez ditirsiyam. Lê ez rêzdarê te bûm. Û bavê min jî rêzdarê malbata te bû. Sal çawa derbas dibin, tu dibînî. Em bi hev re mezin bûn Mûsa. Min hevjîneke ji te baştir nikaribû bidîta. Min jî hevjînekî wisa peyda nedikir. Îro em keça xwe dizewicînin. Xwedê wê di jiyana wê ya nû de wê biparêzê. Hindik maye daweta te dest pê bike. Tu ditirsî? Ez? Tirs? Na. Bi tirs û xof im. Lê ez diceribînim ku li ser wê nefikirim. Baş e, karê min jî ev e ku bînim bîra te. Tu û her kesê din! Dayê, tu iro gelekî xebitî. Divê tu herî rawestî. Na, na, na. Hinek din jî. Ez naxwazim ji tiştekî vê rojê kêm bimînim. Xwezî birayê te jî li vir bûya. Lê... Dayê, ma min ji te re negot? Dawud, Yaqûb li nav zeviyan dîtîye. Wî ji Yaqûb re gotiye ez ê bêm dawetê. Dawud? Tu vê hefteyê bi Yaqûb re axivî? Na, bêguman na, dayê. Yaqûb ji Eyub re û Eyub jî ji Sarayê re gotîye. Lê dayê, wa ye Dawud tê. Ma tu ne kêfxweş î? Ax! Ez kêfxweş im. Ez hêvîdar im ku wê hişyar be. Heger Romayî wî bibînin! Ev daweta min e Dayê. Wê her tişt gelekî xweş be. Daweta te. Tu çi zû mezin bûyî. Dibe dereng. Here cilên xwe yên bûkaniyê li xwe bike. Hûn bi xêr hatin Metên min. Sipas ji bo hatina we. Helbet em hatin. Hûn ne diviya bûn. Sipas dikim Metê. Spas dikim. Çi rojekî xweş e! Ha ha ha... Baş e lê êdî divê tu cilên xwe li xwe bikî Meryem? Rast e. Were xwişka biçûk. Em cilên te li te bikin. Daliyah, were û tev li me bibe. Tu bûkeke pir xweşik î Meryem. Ez gelek dilteng im. Em hemû di roja daweta xwe de dilteng bûn. Ax! Ax ji van tiliyên hişk û pîr. Ez ê vî karî ji we jinên ciwan re bihêlim û diçim. Tu hinek ji wan gotinên xwe yên xweş, di daweta wê de ji keça min re jî nakî Nûra? Hefteya borî te ji min re çîroka Îsa ya li ser dawetê vegotibû. Bîne bîra xwe Leyla, ya deh keçên azib ku li hêviya zava bûn. Hemûyan qendîlên xwe hildan û ji wan pênc keçik ji bo qendîlên xwe dîsa tijî bikin bi xwe re dohn anîbûn. Û pênc keçên din neanîbûn. Zava dereng hatibû dawetê. Ez hêvîdar im Yaqûb jî dereng nemîne. An ez ê bibêjim wî fikra xwe guhertiye. Ez dibêjim ew ê dereng were û ez bawer im ku wê hevalên te bi xwe re dohnê zêde bînin. Ger qendîlên her kesî bitemirin wê şahî jî têk biçe. Naxwazim daweta xwe di tariyê de pîroz bikim. Belê di vê çîrokê de dema ku cîran hatin û gotin ku zava di rê de ye, keçên ku bi xwe re dohnê zêde neanîbûn ji yên anîbûn lava kirin ku parve bikin. Lê ger wan parve bikira, wê dohn têra qendîlên wan ên ji bo şahîya dawetê nekira. Û ji ber vê yekê keçên bêhiş revîyan derve ku hin kesên dohn bifroşin peyde bikin. Lê dikan ji zû ve tên girtin. Helbet girtî bûn. Piştre ew pênc keçên bêhiş paş de vegerîyan, her kes ji bo şahiya dawetê çûbûn û wan li paş xwe hiştibûn. Ez fêm nakim Meta delal. Ev çîrok li ser mêvanan e, ne li ser min e. Ez ne bawer im ku Îsa li ser dawetan axivî be. Ez difikirim ku ew li ser jiyana me axivî be. Em hemû li hêviya vegera Îsa ne. Dibe ku hinek ji me berî Ew vegere bimrin lê ji bo pêşwazîkirina li Wî divê em her amade bin. Dilên me divê bi Ruhê Pîroz ve tijî bin û bala me li ser Wî be. Tu kes nikare vê ji bo me bike. Wan keçan nikarîbûn dohnê xwe bi deyn bidana hev. Hevjînê te nikarê dilê xwe ji bo Xwedê bi deyn bide te. Divê tu bi xwe li Xwedê bigerî. Kêfa min tê ku ez di tevahîya rojê de li gotinên Îsa difikirim. Û ez distirêm. Dia dikim. Pêwîst e tu jî vê bikî Meryem. Her tim li Wî bigere. Her tim ji Wî bixwaze ku zanyariyê bide te. Her roj ji te re fersendek e ku tu ji bo qendîla xwe "bergiriya kêmasiya dohn" bikî. Rêyeke xweş e ku mirov bîne bîra xwe. Sipas Metê. Sipas xweş keça min. Rîvka, delalê, tu dixwazî di vê daweta keça min a xweşik de tiştekî bibêjî? Tu îro gelekî xweşik xuya dikî Meryem. Em ji xwe bawer in porê te gelekî xweşik çêbûye, ne wisa? Ka li xwe binêre Meryem. Çavên te dibiriqin, rûyê te geş e. Min xwe di gotinên Hawarî Pawlos de dît. "Kê digot ku porê honandî... we xweşik nake. Gerdeniyê zîv û zêrîn û cilên xweşik jî we xweşik nake. Xweşikbûna we ya rastî ji nava we tê. Û ew xweşikbûneke wisa ye ku naçilmise. Xwedê hêjayiyeke mezin dide we." Vê ji bîr neke Meryem, îro û her tim... Xweşikbûna te ya rastî ji hundirê te tê. Sipas Meta Rîvka. Sara, tu jî dixwazî ji xwişka xwe re tiştekî bibêjî? Baş e. Tu dizanî, ez hê nû hîn dibim bê mirov çawa dibe hevjîneke baş. Û di nav çend mehan de ez ê hîn bibim bê mirov çawa dibe dayikeke baş. Lê Niha ew serpêhatiya li ser Meryem û Martha ku Meta Rîvka gotibû hat bîra min. Tê bîra te jî? Dema Îsa hat; tu behsa wê dikî, ne? Erê. Behsa wê dema ku EW û şagirtên xwe ji bo hînkirinê li derdora bajêr digeriyan û ew hatin gundekî ku Martha bi xwişka xwe Meryem re dijiya. Marta ya mezin bû û ew ji ber amadekirinan ne li ser hişê xwe bû. Pêdivî bi gelek kesan hebû ji bo xwarinê çêbikin. Lê Meryem, Meryem, xwişka ciwan a weke te, li ber lingên Xwedê rûniştibû û kêfxweş bû, guh dida gotinên Wî. Ji ber ku Meryem alîkariya wê nedikir Martha ne kêfxweş bû û giliyê wê li Îsa dikir, lê Îsa got, "Meryem tişta baştirîn bijartiye û ji wê nayê sitandin." Ez dibêjim, ez weke Marthayê me. Ev ji bo min hêsan e ku hişê min tevlihev be û xemgin bibim li ser hemû karên pêdiviya min pê heye. Lê... Ez bawer im ku raza bûyîna hevjîneka baş û jineke baş ev e: Divê mirov dema xwe bi dia û fikrên Nivîsên Pîroz de biborîne û her roj li ser gotinên Îsa bifikire. Divê mirov dema xwe bi dia û fikrên Nivîsên Pîroz de biborîne û her roj li ser gotinên Îsa bifikire. Ku ez dema xwe wiha diborînim û dilê xwe aram dikim, ji Xwedê dixwazim ku bi min re biaxive û ez guhdarîya dengê Wî dikim. Wê demê ez xwe weke Meryemê hîs dikim, weke Martha hîs nakim. Spas Sara. Sara rast e. Divê em her rojê cuda cuda bijîn. Û pêwîst e ku em têkiliya xwe ya bi Xwedê re bikin armanca xwe ya pêşîn. Tiştê ku wê kêfê bide me ev e. Bi hevjînê xwe re jiyanek kêfxweş bijî, Meryem. Pêxember Nehemya wisa gotiye, "Kêfa Xwedê hêza me ye." Kêfê her tim di tiştên biçûk de bibînin. Û spasdar bin. Û her roj hemû tiştên xwe pêdivî û xwestekên xwe bi navê Bav Îsa yê li Bihuştê bikin. Hevjînê mirov hebe an tune be mirov divê wiha bijî. Ez û tu em bi vê dizanin, ne wisa Daliyah? Hêvî dikim wisa be. Bêguman em bi vê dizanin. Xwedê ji me, bi rewşa me ya heyî hez dike delalê. Heta Hawarî Pawlos jî dibêje ku azibî ji zewacê çêtir e. Bi rastî? Erê. Wî got ku ên azib dikarin bala xwe tam bidin ser kêfxweşkirina Xwedê. Wî azibî weke cureyeke taybet a bereketê rave kir. Lê ji Meryemê re nebêje. Xwedê her dem baş e; di her rewşa jiyana me de. Ew ji me hez dike, ne ku ji ber em zewicî ne yan na zarokên me hene yan na, ji bo ku bi Wî re têkiliyeke me ya taybet hebe, Wî em afirandin. Ew ji her yek ji me kêfê distîne! Tenê pêwist e ku em hîn bibin bê em ê hezkirina Wî ya ji Îsa çawa peyda bikin. Ax dayê. Ez ji te pir hez dikim. Sipas bo her tiştî. Ez ê her tim ji te hez bikim. Ez ê ji bo te her roj dia bikim keça min. Wa ye hatin. Zava li vir e! Wa ye bûka me hat! Erê niha! Werin, werin. Ew li vir e. Wa ye bûk tê! Wa ye hatin. Ew tê! Min ew dît! Erê! Dawud! Tu hatî! Bêguman ez hatim daweta xwişka xwe. Ev roja daweta te ye. Bavê wê li vir e. Em ji bo bûkê hatine. Çiqasî rind e! Te dilê min bi xwe re bir bi awirên çavên xwe, bi xezîneya gerdeniya xwe. Xwe bidin alî! Wateya vê çi ye? Xwe bidin alî! Wateya vê çi ye? Xwe vekişînin! Ew li ku ye? Ew li ku ye? Hey, ne li vir e! Min ew dît! Aha ev e! Wî bigirin! Wî bigirin! Wî bînin vir! Na! Em herin! Bizîvirin! Bimeşe! Wî bînin derve! Na! Dawud! Dayê! Dayê! Ev dawet bi çi awayî dişibe an naşibe dawetên ku hûn beşdar bûne? Deh keçên azib ên di çîroka Nûra de derheqê jiyanê de çi hîni me dike? Di çîroka Sara de hûn dişibin Meryem an Martha? Û bi çi rengî? Çîrokên Nûra û Sara di çi warî de dişibin hev? Hûn çawa dikarin meşa xwe ya bi Xwedê re bikin armanca xwe ya herî mezin?
JesusFilm