Rivka·1/12

In the Family

Rivka is a friend and mentor to a family as they deal with political and personal conflict. Mariam, a young girl, and her brother Noah run to Rivka's home for help. Laila, Mariam's mother, is sick. Rivka prays to God in Jesus's name for Laila to be healed. Rivka assures Mariam that God cleanses people with the death and resurrection of Jesus. Anyone who accepts Jesus is at peace with God. Moussa, Mariam's father, comes in to check on Laila. He's disappointed to see Rivka there and tells Mariam that Rivka should go. Mariam wonders if God could accept someone so selfish. Rivka tells her the story of the prodigal son. Rivka says God receives any lost person the same way, with open arms. Rivka tries to assure Mariam that there is hope in hard times.

질문하기

성경 구절

공유
무료 자료

성경을 더 깊이 이해하고 싶으신가요?

성경 공부에 참여하기

대본

Kurmanji Standard
Rîvka Di Malbatê De Hin sibehan, hemû bajar bêdeng e. Dikandaran dest bi pêşandana alavên xwe nekirine. Romayî hê daneketine kolanên me. Lê çawa ku hewaya sibeha hênik cihê xwe dide germa tava nîvro, dibe ku bêdengiya sibehê jî cihê xwe bide xirecirê û derdan. Ez qet nizanim bê roj wê çi bîne. Nuh! Xwe bidin alî! Tu jî xwe bide alî! Çima em xwe vedişêrin? Hişş! Were Nuh, divê em xwe bigihînin hevala dayika xwe. Vekişe. Vekişe! Divê tu herî. Meryem! Çi bû dîsa? Dayika min ne baş e. Pirsgirêk çi ye, keça min? Diya min, xwînê diavêje! Nuh! Bibêje, diya te ji kengî ve xwînê diavêje? Îro dest pê kir. Sara got têna laşê wê pir bilind e. Spas ji bo hatina te Metê. Dayika te çawa ye? Ne baş e. Wê jî pirsa te kir. Gava min Meryem şand, hişyar bû, lê niha hişyar nabe. Divê tu derkevî Nuh. Min nizanibû ez çi bikim. Te baş kir ku gazî min kir. Ew dişewite. Ji mere av, destmal û teştek divê Meryem. Tu dikarî wan bilez bînî? Dawud? Tu çi dikî? Tiştekî nakim. Ez ê vegerim derve. Li ser vî paçikî xwîn heye! Çi bûye! Dawud! Dawud? Divê ev têna laşê wê kêm bike. Divê em ji bo wê dia bikin Meryem. Bavo! Ez spas dikim ku ez û Meryem dikarin bi navê Îsa werin ber destê te. Ez spas dikim ku dema em ji bo te digiriyan te em bihîstin. Û em delala xwe Leyla tînin cem te. Em ji te dixwazin ku tu êş û azara wê bidawî bikî. Wê derman bike Xwedê. Em spasdarê te ne ku tu her tim ji me bêhtir ji wê hez dikî û em wê bi navê Îsa dispêrin te. Amîn. Dema ku ez ji bo dayika xwe diayan dikim, ez ne bawer im ku Xweda min dibihîze. Ew çima? Nizanim. Ez, şerm dikim. Ez kî me ku ji Xwedê tiştekî bixwazim? Lê Meryem, Îsa li ser xaçê şerma me girt ser xwe. Wî ji me re pêkan kir ku em bi navê Wî hilkişin cem Xwedê. Lê ez weke te ne qenc im; an weke dayê. Tu kes ne ewqasî baş e ku derkeve cem Xwedê. Lê Wî bi cangoriya Îsa re rêyek ji me re vekir. Li ava di vê tasê de binêre. Dilopek xwîn an jî gemariyek hemû avê qirêjî dike. Û guneh jî wisa ne delala min, çawa be; mezin an biçûk ferq nake. Xwedayê mezin safî ye pîroz e. Ew ji her gunehî re ne bêhnfireh e. Lê weke ku ev giya avê paqij dike, Xwedê jî me bi mirin û vejîna Îsa paqij dike. Her çiqasî Ew safî û bêguneh bû jî... Îsa hemû guneh û qirêjîya me bi xaçê hilgirt ser xwe. Ew ji bo me kir ku em ji guneh pak bibin. Û ew ji mirinê rabû, destê guneh û mirinê ji ser me kişand, şerma me ji holê rakir. Xweda bi me re aramiya xwe pêk anî. Û em wê aramiyê dipejirînin. Me soza Wî ya ku daye Îsa Mesîh û cangoriya Wî ya ji bo me dît. Weke ku te ji bo Meryem kir. Ew te dibihîze û Ew ji te hez dike. Meryem, dayika te çawa ye? Ax! Rîvka, tu çawayi, tu başî? Ez baş im Musa. Ez hêvîdar im ku tu jî baş bî? Têna laşê wê kêm dibe Bavo. Meta Rîvka alîkariya wê kir. Meryem ev jinik çima li mala me ye? Ma min ji te re negotibû, ez wê û mêrê wê li vê malê naxwazim? Lê Bavo ew hevala dayê ye. Ew jineke baş û zana ye. Lê ne weke me ye. Mêrê wê bacgir e! Ji bo Romayiyan! Û ew jî... Ew şopînerê Îsa yê Nasirayî ye. Dayika min got gazî wê bike bavo. Baş e. Pirsgirêk çi ye? Bi şev êrîşî du leşkerên me kirine. Pirsgirêk çi ye? Bi şev êrîşî du leşkerên me kirine. Xuya ye yek ji wan êrîşkaran ji mala we ye. Ji mala me? Ev ne pêkan e. Em mirovên baş in, dilsozên zagonê ne. Tu sûcdarekî diparêzî, xwe bide alî! Li vir sûcdar tune ye. Li malê bigerin! Hûn li cihê şaş in. Di hundir de tenê jinek heye. Ez ji êvarê û pê de li malê bûm. Kurê min û zavayên min jî... Li hundir jî bigerin. Li çolê li ber pez bûn. Na, neke! Jina min bi giranî nexweş e. Were. Em ê dîsa werin. Ax kurê min. Wî vê carê çi kiriye? Aram be dayê. Ew çûn. Ez ji bo wî dia dikim. Ez ji bo wî dia dikim. Ez jî ji bo wî ne aram im. Ew pir serhişk û xemsar e. Dayik pir nexweş e. Divê êdî berpirsiyariya malbatê hilgire, alîkariya malbatê bike. Lê me dixe van rewşên xeter. Tenê li xwe difikire. Xwedê wê çawa jê hez bike! Kî dixwaze ku her tiştê dest xwe de bi vî awayî winda bike? Îsa li ser ciwaneke xweperest çîrokekê dibêje. Kurekî xweperest hebûye. Ew kurik xwestiye ku mîrata xwe berî dema xwe bigre. Ne bi dilê bavê wî bûye lê bavê wî daxwaza wî bicih aniye. Piştre ji bo jiyaneke nû berê xwe daye welatên biyanî. Lê di demeke kurt de hemî mîrata xwe li kêfê û tiştên bêkêr daye; bê mal û bê war maye. Bê pere maye, bê heval maye. Êdî birçî maye. Lê wî çi kiriye? Wî bavê xwe bi bîr aniye. Aniye bîra xwe ku bavê wî camêr û xêrxwaz bûye, û bê li xebatkarên xwe çawa xwedî derdikeve wan tu carî ji tiştekî kêm nahêle. Kurik biryar daye ku vegere malê û ji bavê xwe re bibêje, "Min li hember Xwedê û te guneh kirin. Ez ne hêja me ji min re bêjin kurê te. Lê, lê min, weke xebatkarekî bigre cem xwe." Dema ku ew vedigere, bavê wî bi bazdanê pêşwazî li wî kiriye. Wî maç kiriye û hembêz kiriye. Û piştre ji xizmetkaran re gotiye, "Bilezînin! Xeftanê herî baş bînin û li wî bikin. Gustîlekê bixin tilîya wî, pêlavekê bixin lingên wî. Û pişt re ji bo wî dermaleyekê serjê bikin, û şahiyeke mezin li dar bixin. Lewre ev kur ji bo min mirî bû, lê niha ew dijî; ew winda bibû, lê niha hate dîtin." Bavê wî ew qebûl kiriye? Erê! Ew li hêviya vegera wî ya bi ewle bû. Tu bawer î ku Xwedê, li hêviya Dawud e? Erê delala min. Heta li pey dikeve. Gelo bav wê dîsa pêşwazî li kurê xwe bikira, heger kurê wî tiştekî gelek ne baş kiriba jî? Kurê wî pir li ber xwe ketibû, û bavê wî lêborand. Û ez dibêjim pêdiviya wêrekîyeke mezin diviya ku kur vegere malê û bi bavê xwe re rû bi rû bimîne. Niha divê ez vegerim malê, mêrê min were ew ê li min bigere. Te rojeke dirêj derbas kir. Ji bo te û malbata te ev demên dijwar in. Lê min dît ku di demên herî dijwar de jî em dikarin li ber destê Xwedê û di gotina Wî de hêviyê bibînin. Meryem? Ev ji bo te ne. Dema ku Îsa got, "Dema ku Xwedê bê wê çol û deşta ziwa şa bibe." Weke ku wêneyê vê hêviyê sêwirand. Heger pêdiviya dayika te bi min bibe teqez were. Ez ê werim. Sipas dikim. ji bo her tiştî Metê... We bi kîjan kesayetî re nêzîkatiyek hîs kir û çima? Mirov çima meraq dikin bê Xwedê diayên wan dibihîze an na? Li gorî Meryem, Rîvka û Leyla herdu jî jinên baş in. Li gorî we, çi mirovekî baş dike? Divê em çi bikin ku Xwedê me erê bike û em bizanibin ku Ew diayên me dibihîze? Çîroka "Kurê Winda" li ser helwesta Xwedê ya ji bo me çi ji me re dibêje?
JesusFilm