Rîvka.
Parvekirina Mizgîniyê.
Bavo, tu îro çawa yî?
Doh û pêr çawa bûm, dîsa jî wisa me.
Kor û bikêrnehatî.
Na bavo tu bikêrhatî yî.
Rast e min ji bîr kir
ku ez şivanekî di ser xwe re me.
Tu kes biqasî min nikare
ewqasî pez biçêrîne li ewqasî pez binêre.
Di hostatiya keviran de
tu kes nikare bi qasî min pîvaneke ewqasî baş bike.
Bavo em ji warê fizîkî wêdetir
ji hev re pêwîst in.
Xwedê ne ji ber tiştên ku tu dikî ji te hez dike.
Ez naxwazim dilê te bi min bişewite.
Vegere karê xwe. Vegere.
Dilê min bi te naşewite.
Bavo,
dema em bi malbatê re hatin cem hev ez dixwazim ji bo pîrozkirina Leylaya biçûk biaxivim.
Wa, tu dixwazî biaxivî?
Ma qey ez mirime?
Na.
Ne ji dêvla te Bavo.
Weke kurê mezin ez dixwazim rizgarbûna ji girtîgehê vebêjim.
Ax, na.
Tu dixwazî wê çîroka hov ji hemû malbatê re bibêjî?
Ez dibêjim rasterast ji min bibihîzin wê baştir be.
Tu ji min re dibêjî an ji min dipirsî?
Ez li ser hestên xwe yên nû
piştgirîya te dixwazim. Xwedê ji min re dibêje vê bike.
Heta niha kengî ez ji te re bûm asteng?
Sipas dikim Bavo.
Sipas ji bo hatina we hemûyan.
Kurê min ê mezin Dawud,
xwest ku biaxive.
Ne bi dilê min e lê
ew kurê min e.
Bavê min zilamekî baş e.
Ji bo min gelekî bêhnfireh bû.
Û wî destûr da ku ez bi we re parve bikim,
çîroka rizgarbûna xwe ya ji girtîgehê.
Ez dizanim di roja daweta Meryem û Yaqûb de hûn hemû bi me re bûn.
Ez xemgîn im ku ji ber min ew şeva we ne xweş bû.
Ez fikirîm gelo wê baş be ku ez çîroka xwe ya mayî ji we re bêjim.
Gelo vê êvarê çawa ez li vir bi we re me,
di vê pîrozbahiya jidayikbûna xwarziya xwe, Leylaya biçûk de?
Ez bawer im we hemûyan ji diya min Leyla guhdarî kiriye,
baweriya wê ya ji Îsa Mesîh.
Ew her tim li ser Mesîh diaxivî.
Û helbet wê bi min re jî parve dikir.
Lê min ji wê bawer nedikir.
Min digot ew ji baweriya bav û kalên me dûr ketiye.
Dema ku ez hatim girtin, min dizanibû ku wê Romayî min bikujin. Ez ditirsiyam.
Ji tirsa êşê,
ji tirsa mirinê.
Lê min dizanibû ku diya min ji bo min dia dike û gelek ji we jî dia dikin.
Sipas dikim ji bo diayên we.
Û şevekê,
ez bi ronahiyekê hişyar bûm.
Bi germahiyekê di nav tariya quncikê de şewq dida.
Min çavên xwe vekirin ku zilamekî li wir radiweste.
Ew gelek pak bû,
pîroz bû.
Û çavên Wî weke êgir bûn.
Û piştre Ew bi min re axivî.
Wî her tiştê ku min kirine ji min re got.
Wê gavê min digot wê dilê min ê bisekine. Û ez girîyam.
Girtîyên li derdora min razayî bûn û min, min çongên xwe da erdê
û li ber lingê Xwedê Îsa giriyam.
Û min, min di destpêkê de fêm nekir.
Lê di meha borî de ez ji we,
yên ji min zanatir û zîrek hîn bibûm.
Nivîsên Pîroz dibêje,
Xwedê dema ku dinya afirand
Wî em weke jin û mêr afirandin,
ku em li nêz Wi bijîn û bextewariya Wî hîs bikin.
Plana Wî ev bû.
Lê ew dudilî û şikbar bûn û bi ya Wî nekirin.
Û ev tevgera şermê ew ji Xwedê veqetandin û têkilîya
nêz a di navbera jin û mêran de jî têk bir.
Lê em hîn jî bi ya Wî nakin.
Nivîsên Pîroz dibêjin ku encama vî gunehî mirin û dûrketina ji Xwedê ye.
Lê Xwedê naxwaze ku hûn ji Wî û hezkirina Wî qut bibin;
bişerm û tirsê bijîn.
Weke ku Xwedê
ji dêvla kurê Brahîm ji bo cangoriyê beranek şand,
ji dêvla me jî ji bo cangoriyê Îsa Mesîh şand.
Bêguman hûn dizanin ku ev tewş e!
Hemû kevneşopiyên me, Nivîsên Pîroz, pêxemberên me!
Mixaletî,
berî ku Îsa Mesîh were bi sed salan,
pêxemberan di Nivîsarên Pîroz de gotibûn ku wê Îsa Mesîh êşê bikişîne.
Yeşaya gotiye,
"Ew ji ber gunehên me birîndar bû, ji ber sûcên me hat parîkirin;
cezaya li ser wî ji me ra aramî anî û em bi birînên Wî êdî baş bûn."
Pêxemper Mûsa eşkere gotibû,
"Sûcdarê hate darvekirin ji aliyê Xwedê ve tê lanetkirin."
Dema Îsa li ser xaçê mir.
Wî laneta mirin û gunehên me hilgirtin ser xwe.
Mirina Îsa û vejîna wî
me ji Îblîs azad kir.
Me ji tarîtiyê rizgar kir û ji jiyaneke bitirs û şerm azad kir.
Ev bereket ji alîyê Xwedê ve ji Brahîm re hate gotin.
Ji ser Brahîm ev ragihand:
Wê hemû mirovên cîhanê bêne pîrozkirin.
Hemû guhdariya li min bikin!
Heman Îsa ye ku di quncika girtîgehê de xwe nîşanî min da.
Ne tenê ez bawer im,
dizanim ku Mesîhê soza Wî hatiye dayîn Ew e.
Ew li şûna min miriye û jiyaneke nû daye min.
Lê piştî ku min Ew dît,
min fahm kir ku êdî ez ji mirinê natirsim. Lê weke ku hûn dibînin Wî ez ji girtîgehê rizgar kirim.
Ez dizanim ku hin daxwazên Wî ji min hene; an na,
ezê jî meha borî bi wan girtiyan re bihatima xaçkirin û niha miribûma.
Tu weke serhildêrekî û şervanekî hatî girtin.
Niha tu dibêjî min fikrên xwe yên li ser Romayiyan guherandine?
Min dît ku pedivîya me ya sereke ne polîtîka ye.
Pedivîya me ev e ku em xwe bi Xwedê bidin borandin û li hev bikin.
Min dixwest ku ez nêrînên mirovan biguherînim.
Xwedê dixwaze ku dilê mirovan biguherîne.
Çima divê em bawer bikin ku Îsa bijartiyê Xwedê ye?
Ji ber ku Xwedê Ew ji mirinê vejand.
Rîvka vê şevê bi me re ye
û hevaleka nêz, şahida vê vejînê ye.
Meta Rîvka,
gelo tu dikarî ji me re bibêjî bê Meryema Megdelanî çi bi te re parve kir?
Meryema Megdelanî gelek caran li ser vê axivî.
Wê li mirina Îsa temaşe kir.
Û wê dît ku laşê Wî spartin gorê.
Û piştre,
serê sibeha roja yekşemê,
piştî berxaçkirinê sê rojan ku Îsa vejiya,
Meryem û jinên din vegeriyan ser gorê.
Bi xwe re têkela giya anîbûn ku bi laşê Wî bidin.
Lê dema ku gihîştin wir,
dîtin ku kevirê gorê ji cihê xwe gindiriye û li cihekî dûr e.
Jinan gotin qey laşê Îsa hatiye dizîn.
Lê piştre di gora vala de du milyaket dîtin.
Milyaketan ji wan re gotin ku
Îsa Mesîh ji mirinê vejiyaye.
Jinan bi lez çûn cem şagirtan ku ji wan re bibêjin.
Piştre Petrûs û Yûhenna bi jinan re vegeriyan gorê.
Lêbelê piştî ku her kes ji wir çû,
Meryem,
li derve bi tena serê xwe ma.
Meryem fêm nekir bê li wir çi diqewime.
Û wê dest bi girî kir. Serê wê gelek tevlîhev bibû.
Piştre bi carekê pê hesiya ku ne bitenê ye.
Zilamek ber bi wê ve hat
û Wî got,
"Xanimê!
Tu çima digirî?
Ew kî ye ku tu wisa lê dinerî?"
Wê got qey ew baxçevan e
û wê ji Wî re got,
"Birêz,
ger we laşê Wî biribe,
ji kerema xwe re bibêje we daniye ku ez ê biçim bînim."
Piştre Wî bi navê wê gazî wê kir,
"Meryem!"
Û
gava serê xwe rakir, fêm kir ku ew bi Îsa re diaxive!
Ew berî wê li wir bû. Ew ber bi aliyê Wî de çû û xwe avêt Wî.
Meryem bi xwe şahidiya vê kir.
Û Îsa hat xuyakirin.
Îsa çil rojan, ji aliyê şopînerên xwe ve gelek caran hate dîtin.
Wî wan hînî gelek tiştan kir.
Piştre,
li Çiyayê Zeytûnan,
li ber çavên wan Ew hilkişiya bihuştê.
Ji bo me tê çi wateyê?
Ji bo min?
Baweriyê bi Xweda Îsa bînin
û bi Navê Wî îmad bibin.
Bawerîya xwe bi Wî bînin
hûn ê ji gunehên xwe û şermên xwe rizgar bibin
ku hûn jî bi Îsa re jiyaneke nû bijîn.
Min jî Îsa Mesîh nas kir.
Wî jîyana min jî guherand.
Di vî emrê min ê pîr de kêfxweşî da dilê min.
Wî jîyana min jî guherand.
Ya min jî.
Ya min jî.
Xwedê derfeta jîyaneke nû da kesên ku bi Navê Wî lava dikin.
Mizgîniya ku îşev Îsa bi me re parve dike ev e.
Ew zindî ye
û di civata me de ye niha!
Evqas bes e.
Hûn dixwazin di derheqê hînkirinên Îsa û jiyana Wî de bêhtir fêr bibin?
Ez li ser Îsayê we difikirîm.
Ê?
Û li çîroka Dawud...
Nizanim
ez ji hemî fêm nakim lê dixwazim ji tiştên ku te ji min re gotin bawer bikim. Ez dixwazim bawer bikim lê...
Astengî çi ye?
Dê û bavê min wê çi bibêjin
heger ez bibim
weke te?
Ez ne bawer im ez bibim bawermendekî baş.
Weke ku Dawud Îsa dîtiye min Ew nedîtiye.
Min jî Ew bi wî rengî nedîtiye.
Xwe ji her kesî re cuda
nîşan dide.
Tu dikarî her tim daxwazan ji Wî bikî.
Ji Wî çi bixwazin?
Ji bo bawerîyê.
Ji bo wêrekiyê.
Ji Xwedê bixwaze ku tiştê rast nîşanî te bide.
Em dikarin dia bikin?
Helbet.
Lêbelê
bi gotinên xwe bi Wî re biaxive;
ji dilê xwe.
Bi dengekî bilind?
Xwedayê min!
Min gelek tişt bihîstin, di van çend rojan de û hemû jî pir xweş bûn.
Ez dixwazim te nas bikim weke ku hevalên min te nas dikin û
baweriyê bi te bînim, ji Te bawer bim.
Kêmaniyê min çi bin,
bide min.
Bawerî
û wêrekiyê...
Alîkariya min bike ez bi rastiyê bizanibim.
Spas dikim Xwedê.
Hîs dikim.
Wî ez bihîstim.
Ez bawer im Wî bihîst.
Ger ez bixwazim bibim şopînerekî Îsa, piştre
divê ez çi bikim?
ji Xwedê re bibêje.
Ez bawer dikim ku Îsa Xwedê û Mesîh e.
Ji bo gunehên min li ser xaçê mir.
Ez dipejirinîm.
Fedakariya Îsa û xwestina
lêborînê ji Wî bixwaze, ji hemû şerman azad bibe.
Jîyana xwe radestî Wî bike.
Û tu yê bizanî êdî tu xwedî jiyaneke bêdawî yî.
Ger ez vê yekê bikim,
wê malbata min çi bibêje?
Xwedê dixwaze ku tu bibî
keça herî baş a di malbata xwe de.
Lêbelê
divê ku beriya her tiştî
tu bibî keça Wî û Wî bişopînî.
O! Çi zarokekî şîrîn e.
Ez û dayika xwe em dihatin vir û me li rojavayê temaşe dikir.
Tu bêriya wê dikî Meryem?
Her roj.
Carinan ez difikirim ku Xwedê bersiva ewqas diayê wê da
ji bo zarokê wê, ji bo Dawud.
Lê Wî ew ji me sitand.
Rêyên Xwedê ne rêyên me ne.
Na.
Lê Ew bi me re ye.
Di her tiştî de ez dizanim Ew bi min re ye.
Ez dikarim bi Wî re li ser her tiştî biaxivim.
Ev yek her car kul û êşan bi dûr naxe lê Ew alîkariya min dike ku ez wan hilgirim.
Weke ku ez ji çolekê derbas dibim. Lê ji ber ku Ew li wir e, ew çola ziwa,
çola beyar, bi awayeke hebûna xwe geş dike.
Di vê çîrokê de kesayeta ku herî zêde dişibe we kîjan e?
Gelo we ji parvekirina Dawûd a çîroka xwe kêf girt? Çima erê, çima na?
Çîroka vejîna Îsa ya ku Rîvka ji Meryema Magdelanî bihîstibû dîsa bêjin.
Şîroveya we ya li ser axaftina Meryem û Daliyah a di dema şuştina firaxan de çi ye?
Axaftina dawî ya Meryem û Rîvka ya li ser meşa bi Xwedê re çi we re dibêje?